Print this page

Hevşaredar Bucak serdana Komeleya Jinan a Rosayê kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdaneke piştevaniyê li Komeleya Jinan a Rosayê kir.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, serdana Komeleya Jinan a Rosayê kir ku di mehên borî de rêveberiya wê ya nû hatibû diyarkirin. Di serdanê de endamên Meclîsa DBB’ê Emîne Akin, Canan Efe Şahîn û Emra Dogan, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBB’ê Zerîn Turk û xebatkarên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ligel Hevşaredar Bucak bûn.

Hevşaredar Bucak ji rêveberên komeleyê re di xebatên wan de serkeftin xwest û got: “Em ji bo pîrozkirina rêveberiya we û ji bo diyarkirina ku em li cem we ne hatin.”

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Zeynep Sipçik û endamên lijneya rêveberiyê jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û spasiya Hevşaredar Bucak û şandeya pê re kirin.

Di serdanê de, der barê têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de nêrîn hatin guhertin. Her wiha bal hate kişandin ser xebatên der barê mafên jinan û xuyabûna jinan a li bajêr de û daxwaza zêdetir hatina ba hev hat rojevê.

Hevşaredar Bucak, di çarçoveya serdanê de tabloyek diyarî Komeleya Jinan a Rosayê kir.

 

Image Gallery