Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di bernameyeke fitarê de bi nûnerên komên baweriyên cuda re hatin cem hev.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Sûrê bi nûnerên baweriyên cuda re di fitarê de civiyan. Ji bilî nûnerên baweriyan, gelek nûnerên saziyên civakî (STK) jî beşdarî bernameyê bûn.
Hevşaredar Serra Bucak di bernameyê de axivî, Cejna Remezanê û Newrozê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya jiyana bi hev re, ya bawerî û nasnameyên cuda ya di nav aştiyê de.
Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Abdullah Sagir jî peyama yekîtî û bihevrebûnê da. Sagir spasiya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin kir û destnîşan kir ku keda tê dayîn gelekî bi qîmet e.
Bername piştî axaftinan, bi xwarina fitarê bi dawî bû.
Â
