Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta xurtkirina tevna hêşîn a bajêr bi riya riwekên ku kêm avê dixwazin û li ber hişkayiyê li ber xwe didin, kapasîteya hilberînê di serayên xwe de zêde kir. Di vê çarçoveyê de tê armanckirin ku heta dawiya salê 2 mîlyon qurnifîlên Çînê li park, çatrerê û refûjên bajêr danin zikê axê.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca “kêmkirina xerckirina avê û bi hilberîna riwekan afirandina qadên kesk ên ekolojîk” xebatên xwe yên peyzajê didomîne. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo xurtkirina estetîka bajêr hilberîna riwekên ku di peyzajê de tên bikaranîn zêde kir û giraniya xwe da ser qurnifîlên Çînê ku bi berxwedanî, kêmavî û lênêrîna xwe ya hêsan derdikeve pêş; bi vê yekê kapasîteya hilberînê gihand 2 mîlyonî.
Di serayên şitilgehê de tê hilberandin
Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve tên meşandin de, di serayên Midûriyeta Şaxa Şitilgeh û Darûberkirinê yên li Şilbe TOKÎ ya navçeya Yenîşehîrê de hilberîna qurnifîlên Çînê tê kirin. Ev riweka ku bi berxwedaniya xwe ya li hemberî hişkayiyê û bi bêhna xwe balê dikişîne, di xebatên peyzajê yên bajêr de xwedî cihekî girîng e.
Pêvajoya hilberînê ya ku bi çandina tovan di serayan de dest pê dike; di qonaxên şînbûn, geşbûna şitilan, şaşitkirin (guhestina şitilan), lênêrîn û kulîlkvedanê re derbas dibe. Şitilên ku geşbûna xwe temam dikin, piştre dixin viyolan û ji bo qadên ku dê lê werin çandin re tên şandin.
2 mîlyon qurnifîlên Çînê
Qurnifîlên Çînê li gorî kulîlkên din ên demsalî bi rengîniya xwe û bi taybetmendiya xwe ya ku demeke dirêj di nav axê de dimîne derdikeve pêş. Tê armanckirin ku îsal bi hilberîna 2 mîlyon kulîlkî, li xalên cuda yên bajêr çandin were kirin. Kulîlkên hatine hilberandin dê li çatrerê, refûj û qadên parkan werin bikaranîn û dîmenekî estetîk bidin bajêr.
Hilberîna riwekan berdewam dike
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan her wiha hilberîna cureyên cuda yên deviyan ên ku di sererastkirina peyzajê de tên bikaranîn jî bi awayekî rûtîn didomîne. Riwekên hatine hilberandin li park, refûj û çatrerêyan tên bikaranîn û bi vê yekê piştgirî didin xurtkirina tevna kesk a bajêr.
‘Çar demsalan kulîlk vedide’
Şîlan Guzel a ku di Midûriyeta Şaxa Şitilgeh û Darûberkirinê de wekî Endezyara Çandiniyê kar dike, diyar kir ku qurnifîlên Çînê ji ber ku çar demsalan kulîlk vedide riwekeke pirsalî ye. Guzel destnîşan kir ku qurnifîla Çînê bi rengên wekî pembe, spî, mor, sor û bordoyî kulîlkan dide, ji ber wê di sererastkirinên peyzajê de pir tê tercîh kirin. Guzel bal kişand ser wê yekê ku li gorî kulîlkên din demeke dirêj di axê de dimîne, li ber xwe dide, zêde hewcedarî bi avê nîne û lêçûna wê kêm e, ji ber wê avantajên mezin peyda dike.
‘Di nav 7 heta 14 rojan de şîn dibe’
Guzel anî ziman ku di qonaxa yekem de wan di serayan de 250 hezar tovên qurnifîla Çînê çandine û weha got: “Di nav ax û germahiya guncav de di nav 7 heta 14 rojan de şîn bûn. Avdan û lênêrîna qurnifîlên me yên şînbûyî bi awayekî birêkûpêk tê kirin. Di encama daneyên erênî yên ku me bi dest xistine de, em armanc dikin ku heta dawiya salê 2 mîlyon qurnifîlên Çînê hilberînin.”
Guzel diyar kir ku qurnifîlên Çînê yên di serayên Şaredariya Bajarê Mezin de têne hilberandin dê li park, refûj û qadên peyzajê werin nirxandin û destnîşan kir ku nexasim ji bo parastina hebûna avê, wan berê xwe daye vê kulîlkê.