Print this page

Serdana Hevşaredar Bucak ji bo çadira fitarê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak, li çadira fitarê ya ku li Parka Koşuyoluyê hatibû vegirtin, bi welatiyan re fitara xwe kir.

Çadirên fitarê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve di seranserê meha Remezanê de li Meydana Deriyê Çiyê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Sen û Parka Tandir Evî ya li navçeya Rezan hatine vegirtin, her roj bi hezaran welatiyan li ser heman sifreyê dicivînin.

Di vê çarçoveyê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî bernameya fitarê ya li Parka Koşuyoluyê bû; bi welatiyan re hat bal hev, hem fitara xwe kir hem jî guhdariya daxwaz û pêşniyaran kir.

Hevşaredar Bucak spasiya tîmên zabiteyan û xebatkarên çadirê yên ku di organîzasyona fitarê de cih digirin kir. Bucak bal kişand ser girîngiya piştgirî û parvekirinê û ji bo her kesî hêviya cejneke bi aram xwest.

Tevî Hevşaredar Bucak, Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û endamên meclîsê jî beşdarî bernameyê bûn.

 

Image Gallery