Print this page

Hevşaredaran endamên Koma Agirê Jiyan ezimandin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên Koma Agirê Jiyan ezimandin.

Endamên Koma Agirê Jiyan Meral Tekçi, Ali Geçimli, Şener Yıldız û Amed Tabar ên ku ji bo pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê ya Diyarbekirê hatine bajêr, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.

Piştî pêşwazîkirinê, di navbera Hevşaredaran û endamên komê de hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de li ser xebatên çand û hunerê bi awayekî dualî nêrîn hatin parvekirin.

Endamên komê diyar kirin ku piştî navbereke dirêj ew ê li Diyarbekirê derkevin ser dikê û kelecana vê yekê dijîn. Hunermendan wiha got: "Piştî demeke dirêj em hatin mala xwe, em kelecana vê yekê dijîn."

Hevşaredaran ji ber vê serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya endamên Koma Agirê Jiyan kirin. Piştî hevdîtinê, endamên Koma Agirê Jiyan strana "Rehşan" strandin.

Di serdanê de Hevberdevkê Meclîsa Şaredariyê Ayhan Karatekin, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş û endamên meclîsê ligel Hevşaredaran bûn.

 

Image Gallery