Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi boneye Cejna Remezanê gora Serokê Bajêr ê HEP'a Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991'an de hatibû kuştin, ziyaret kir.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, ji ber Cejna Remezanê beşdarî bernameya bîranînê ya li ser gora Serokê Bajêr ê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê bû. Digel Hevşaredar Hatun; Hevserokên Bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer û Abbas Şahin, hevjîna Vedat Aydin Şukran Aydin, birayê wî Veysî Aydin û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî bîranînê bûn.
Beşdaran bi axaftinên li ser gorê Vedat Aydin bi bîr anîn û cejna hev pîroz kirin. Bername piştî axaftinan bi pîrozkirina cejnê bi dawî bû.
Â
