Print this page

Di Remezanê de ji bo 230 hezar kesî xizmeta fitarê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ya ku di seranserê meha Remezanê de li konên fitarê xwarina germ gihand zêdetirî 230 hezar welatiyan, bi piştgiriya xurekê ya ji bo 2 hezar malbatan piştevaniya civakî mezin kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ruhê yekîtiyê yê meha Remezanê bir her çar aliyên bajêr. Di çarçoveya xebatên berfireh ên li seranserê bajêr de, konên fitarê bûn cihê hevpar ê piştevaniya civakî û çanda parvekirinê.

Welatiyan çanda parvekirinê ya Remezanê bi hev re borand

Konên fitarê yên ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşan dan; li çar xalên cuda yên wekî Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Senê, Mala Tendûrê ya Rezanê (Bağlar) û Meydana Deriyê Çiyê (Dagkapi) xizmet da.

Her roj bi sê cureyên xwarina germ, şîranî û vexwarinê yên ku bi baldarî dihatin amadekirin, bi hezaran welatî li ser heman sifreyê civiyan.

Her roj ji bo 8 hezar kesî xwarina germ hate dayîn

Di organîzasyona ku di seranserê meha Remezanê de bê navber berdewam kir de, rojane bi navînî ji bo 8 hezar kesî, bi giştî ji bo zêdetirî 230 hezar welatiyan xwarina germ hate gihandin.

Ekîban, ji bo ku welatî di hawîrdoreke saxlem û ewle de fitara xwe vekin, standardên hîjyen û nîzamê di asta herî bilind de girtin û li qadê xebateke dijwar meşandin.

Li Aşxaneyê kontrola hîjyen û ewlehiya xurekê

Ekîbên Yekeya Kontrola Xurekê ya ser bi Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, di seranserê meha Remezanê de li Aşxaneya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ku xwarinên konên fitarê lê dihatin çêkirin, kontrolên hîjyen, kalîte û ewlehiya xurekê pêk anîn.

Hevşaredar li ser heman sifreyê bi welatiyan re bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun jî di seranserê meha Remezanê de gelek caran serdana konên fitarê kirin û li ser heman sifreyê bi welatiyan re civiyan. Hevşaredaran di bernameyên fitarê de bi welatiyan re sohbet kirin, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kirin û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyek û parvekirinê.

‘Me sifreyên ku piştevaniyê mezin dikin danîn’

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku wan bi armanca mezinkirina piştevaniyê û destnîşankirina girîngiya parvekirinê, li 4 xalên cuda konên fitarê vegirtine.

‘Me zêdetirî 230 hezar xizmeta xwarinê pêşkêş kir’

Saman destnîşan kir ku piştevaniya civakî bi xebatên bi vî rengî dibe şonkret û wiha got: “Me di nav mehekê de zêdetirî 230 hezar xizmeta xwarinê pêşkêşî welatiyên xwe kir. Ji bo nîşandana girîngiya ku em didin piştevaniya civakî, me sifreyên xwe yên germ bi welatiyên xwe re parve kirin.”

Ji bo 2 hezar malbatan piştgiriya xurekê

Saman da zanîn ku xebatên wan ne tenê bi konên fitarê sînordar mane û bal kişand ser xebatên alîkariya civakî: “Xebatên alîkariya xurekê yên ku em ji meha Çileyê ve dimeşînin, me di meha Remezanê de jî berdewam kir. Ji bo ku em bi hev re bi aramî pêşwaziya cejnê bikin, me pakêtên xurekê gihand nêzî 2 hezar malbatên xwe yên hewcedar.”

‘Xebat wê berdewam bikin’

Saman anî ziman ku wekî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ew ê polîtîkayên xizmeta civakî bi awayekî ku li gorî rûmeta mirovahiyê be cihêreng bikin û ji bo gihandina van xizmetan ji bo hemû welatiyan xebatên xwe bidomînin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery