Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya Cejna Remezanê li xalên cuda yên bajêr şirînahî, loqum û kolonya li welatiyan belav kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ku di Cejna Remezanê de xizmeta veguhastina giştî ya bêpere pêşkêş kir û seferên ringê yên bêpere bo goristanên bajêr organîze kir, di dema cejnê de li xalên cuda şirînahî, loqum û kolonya li welatiyan belav kir.
Li goristanan kevneşopiya cejnê hat berdewamkirin
Tîmên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, li hemû goristanên bajêr ku serdanên cejnê lê zêde bûn, diyarî pêşkêşî welatiyan kirin. Tîmên ku şirînahî, loqum û kolonya pêşkêşî welatiyên ji bo serdana goristanan hatibûn kirin, ruhê piştevanî û parvekirinê yê cejnê dan jiyîn.
Li cihên qelebalix ên bajêr diyarî hatin belavkirin
Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel jî li Otogara Amedê (DÎŞTÎ) û Ceylan AVM’yê diyarî li welatiyan belav kirin. Welatiyên ku ji bo rêwîtiya cejnê an jî ji bo kirîna cejnê li derve bûn, bi van diyariyan hatin pêşvazîkirin.
‘Em cejna welatiyên xwe pîroz dikin’
Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş der barê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, em bi welatiyên xwe re tên bal hev. Bi boneya Cejna Remezanê, em hem li Ceylan AVM’yê hem jî li otogara bajêr cejna welatiyên xwe pîroz dikin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku em hinekî jî be hesreta welatiyên xwe yên ku ji malbatên xwe dûr in kêm bikin, em li vir cejna wan pîroz dikin. Ez cejna hemû welatiyan pîroz dikim; hêviya cejnên tendurust û xweş ji bo her kesî dixwazim.”