Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Sêwrekê bû, bal kişand ser pêdiviya civakê ya ji bo aşitiyê û got: "Êdî pêdiviya vê erdnîgariyê bi aşitî, demokrasî, wekhevî, azadî û jiyana hevpar heye."
Li navçeya Sêwreka Rihayê, ji aliyê Rêxistina Navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li Taxa Ayvanatê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Tevlî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak; Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Ayşe Surucu û Nihat Demirbilekli, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî bernameya qelebalix bûn.
Bernameya pîrozbahiyê bi axaftinan dest pê kir. Paşê ji aliyê Hevşaredar Bucak û şandeya pê re agirê Newrozê hat dadan û bi stranên hunermendan govend hatin girtin.
Hevşaredar Bucak: Gelê Kurd di mijara aştiyê de pir zelal e
Hevşaredar Bucak di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku wan silav û peyama Newrozê ya Amedê aniye. Bucak Cejna Remezanê ya beşdaran jî pîroz kir û bal kişand ser berdêlên giran ên ku herêmê di pêvajoyên şer de dane û wiha got:
"Gelê me, ciwanên me, dayikên me yên hêja, pêşengên me; her kesî berdêlên giran dan. Êdî pêdiviya vê erdnîgariyê bi aşitî, demokrasî, wekhevî, azadî û jiyana hevpar heye. Gelê Kurd di vê mijarê de pir zelal e. Ji ber ku gelê Kurd di vê rêyê de berdêl dan. Rêya vê aşitiyê bi kedê hat hûnandin. Em dizanin ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ji bo ku em vê feraseta demokrasî, aşitî û azadiyê di serî de li herêma xwe, li erdnîgarî û welatê xwe û li tevahiya Rojhilata Navîn serdest bikin, gelê Kurd dê careke din erka dikeve ser milê xwe bi dildarî bîne cih."
‘Divê em xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê û wiha dewam kir:
"Destê gelê me sax be. Ev rêya ku diçe aştî, azadî û wekheviyê; bi saya berdêlên ku we dane, kedên we û baweriya we ya bi vê têkoşînê ye. Ev nêzî sal û nîvekê ye pêvajoyeke aştiyê heye û divê em hemû xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Li bajarên xwe, li kolanên xwe û li her qadê, divê em bidin nasîn ku aştî ji bo me çi wateyê tîne û pêdiviya vê civakê çiqasî bi aştiyê heye. Bi baweriya ku hûn ê vê bikin, ez we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim."