Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî resepsiyona Newrozê bû.
Ji aliyê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ve, li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê yên Şaredariya Bajarê Mezin a li navçeya Yenîşehîrê, resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. Ji bilî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun; Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, hevşaredar, şandeyên ji derveyî welat hatine û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî resepsiyonê bûn.
Bername piştî axaftinan bi vêxistina agirê Newrozê berdewam kir. Beşdaran li dora agirê ku hatibû vêxistin govend gerandin.