Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ku di pîrozbahiya Newrozê ya bi beşdariya sed hezaran kesî li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê (Baxlar) de axivîn, diyar kirin ku dengê azadiyê ji kolanên Amedê bilind dibe û daxwaz kirin ku Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyê.
Li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” pîrozbahiyeke mezin a Newrozê hat lidarxistin. Tevî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun; Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji derveyî welat hatibûn û sed hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Hevşaredaran gel silav kir
Dema ku ji bo xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê ku di Newroza 2017an de li Amedê hatibû kuştin bernameya bîranînê hat lidarxistin, Hevşaredarên Bajarê Mezin Bucak û Hatun derketin ser dikê û sed hezaran kes silav kirin.
Hevşaredar Bucak, Newroz û Cejna Remezanê ya gelê Amedê pîroz kir û hêvî xwest ku Newroz ji gelan re azadî, aştî û yekîtiyê bîne. Hevşaredar Hatun jî wiha axivî:
"Cejn û Newroza we ya Amedê pîroz be, hûn bi xêr hatin. Amed! Hûn îro ne tenê Amed in. Hûn îro Hewlêr, Silêmanî û Mehabad in; hûn îro Efrîn in. Dengê Efrînê îro ji we bilind dibe. Newroza Efrînê pîroz be. Newroza Hewlêrê pîroz be, Newroza Mehabadê pîroz be. Îro Newroza azadiyê ye, hemû bajar îro li Amedê ne. Mêvanên me yên pir hêja îro li Amedê ne. Hûn hemû bi xêr hatin. Dengê azadiyê ji kolanên Amedê bilind dibe. Guhê cîhanê li vir e, dengê xwe bilind bikin. Newroza gelê Kurd pîroz be, hûn li ser seran û ser çavan hatin."
Piştî axaftina Hevşaredaran pîrozbahiya Newrozê berdewam kir.