Hevşaredar beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li ber Kela Wanê bûn.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, tevî Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan û Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatibûn wezîfedarkirin, beşdarî pîrozbahiya li binê Kela Wanê bûn.

Gelek welatî beşdarî pîrozbahiya li Wanê bûn û coşa Newrozê li qadê heta êvarê dewam kir. Di çarçoveya bernameyê de axaftinên cuda hatin kirin, hunermend derketin ser dikê û welatiyan bi muzîkê govend gerandin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31