Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sepandina peyzaja hişkayî ya nifşê nû ku tesarûfa avê bingeh digire, çatrêka dunya ya 8 hezar metrekare yê li Kayapinarê bi temamî nû kir. Çatrêk ku qadên çîmen lê hatin kêmkirin û bi pêkhateyên peyzaja hişkayî û nebatan ji nû ve hat sazkirin, gihîşt xuyangeke estetîk.
Di çarçoveya polîtîkaya bikaranîna avê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin diyar kiriye de, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li çatrêkên mezin ên bajêr dest bi veguhertinê kir. Ekîban xebatên peyzaja hişkayî yên li çatrêka dunya ku li ser bulvarên Dîclekent û Mahabadê ye û rûbera wê 8 hezar metrekare ye, qedandin û pêşkêşî xizmetê kirin.
Di projeya ku bala wê li ser tesarûfa avê ye de, qadên çîmen ên ku lêçûna wan a avê zêde ye û xwedîkirina wan zehmet e, bi rêjeyeke mezin hatin kêmkirin. Nebatên ku deforme bibûn jî, ji bo di qadên cuda de bên bikaranîn, ji cihê wan hatin derxistin û li Şeftiya Hilberîna Şitilan xistin nava guldankan.
Hem estetîk hem tesarûf
Ekîbên ku li qada 8 hezar metrekare pêşî bi karên binesaziyê dest bi xebatan kirin, di çarçoveya serastkirina serasaziyê de ji bo ku çatirê Cîhanê estetîktir xuya bike, di beşên diyarkirî de pêkhateyên peyzaja hişkayî bi kar anîn. Di vê çarçoveyê de keresteyên mîna veqetandeka çîmenan, kevirê dolomît û cûruf hatin tercîhkirin.
Bi saya xebatên peyzaja hişkayî, hebûna avê hat parastin û bi rêjeyeke girîng tesarûfa avê hat dabînkirin.
Bi roj cuda, bi şev cuda xweş e
Çatirê Cîhanê ku ji aliyê qerebalixiya mirov û trafîkê ve yek ji xalên herî girîng ên bajêr e, ji bilî nebat û peyzaja hişkayî, bi hêmanên cuda yên ronahîkirinê hat ronîkirin. Di encama piştgiriya nebatan bi ronahîkirinê re, çatirê Cîhanê ne tenê bi roj, bi şev jî gihîşt xuyangeke balkêş.
8 hezar û 640 ton av dê bê parastin
Peyzajnas Necdet Kaygısız, diyar kir ku wan berê peyzaja hişkayî di qadên cuda de kiribû, lê cara yekem e ku li çatirekî xebateke wusa dikin. Kaygısız destnîşan kir ku armanca bingehîn tesarûfa avê ye; berê ev çatir bi arazoran dihat avdan, lê bi vê sîstemê re dê ev yek bi dawî bibe û 8 hezar û 640 ton av bê parastin.
‘Me hêmanên ronahîkirina dekoratîf bi kar anîn’
Peyzajnas Ferdi Çelik anî ziman ku wan li çatirê nebatên li ber tîbûnê berxwedêr mîna tût, alev, gul û zeqûmê tercîh kirine. Çelik got: “Me hêmanên ronahîkirina dekoratîf bi kar anîn. Armanca me ya bikaranîna kevirê dolomît û cûrufê, hevsengkirina nirxa pH a di kokên nebatan de, parastina maddeya organîk û sabîtkirina rêjeya nemê ye.”
‘Pêşîniya bingehîn parastina av, ax û keskahiyê ye’
Peyzajnas Melike Ekinci jî diyar kir ku ew plan dikin peyzaja hişkayî li seranserê bajêr di herêmên ku bi avdaniya gerok (arazor) tên avdan de belav bikin. Ekinci anî ziman ku pêşîniya bingehîn a Şaredariya Bajarê Mezin parastina av, ax û keskahiya bajêr e.
‘Peyzaja hişkayî lêçûna kêm û tesarûfa avê dabîn dike’
Ekinci, rênimaya sala 2023yan bi bîr xist û got: “Ji bo ku ev cure xebat bi pergal û bi baldarî pêk bên, di bin pêşengiya Hevşaredarên me de komîsyona estetîka bajêr hat avakirin. Peyzaja hişkayî, ji ber ku di demdirêj de lêçûnên xwedîkirinê û xerckirina avê kêm dike, bêtir tê tercîhkirin. Ji ber ku em xwedî avhewayeke nîv-hişkayî ne, li gorî rênimaya sala 2023yan divê em sepandinên peyzaja hişkayî zêde bikin.”
Xebatên peyzaja hişkayî dê li navçeyên Kayapinar, Rezan, Sûr û Bajarê Nû li ser çatirên din jî berdewam bikin.