Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, barîna baranên dijwar ên demên dawî û barê ku dikeve ser sîstemên binerdî nirxand û di çarçoveya lihevhatina bi guherîna iqlimê de, plankirinên nû girtin rojeva xwe.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), nirxandinên xwe yên teknîkî yên derbarê bandora guherîna iqlimê û guherîna rejîma baranê ya li ser binerdiya bajêr parve kir. Di analîzên hatine kirin de hat tespîtkirin ku baranên gur ên di demeke kurt de dibarin, dibin sedema zêdebûna barê sîsteman û ev rewş herikîna ser rûyê erdê leztir dike.
Guherîna iqlimê rejîma baranê diguherîne
Bi bandorên guherîna iqlimê re ku di salên dawî de tê dîtin, rejîmeke nû ya baranê derdikeve holê ku baran di demeke kurttir de û bi tundiyeke zêdetir dibare. Ev rewş dibe sedema barkirina ji nişka ve li ser sîstemên binerdî û herikîna avê ya li ser rûyê bajar bi dijwarî pêk tîne. Ji ber vê yekê, di plankirinên binerdiyê de li şûna projeksiyonên ku tenê nirxên navîn esas digirin, divê senaryoyên baranên ji nişka ve û ekstrem jî li ber çavan bên girtin.
Di sîstema şebekeyê de sînorên kapasîteyê hatin derbaskirin
Herikîna avê ya ku piştî baranên li pey hev pêk hat, di sîstemên ava baranê û kanalîzasyonê de bû sedema zêdebûna barê sîstemê. Di vê pêvajoyê de ji ber derbaskirina kapasîteya hîdrolîk a şebekeyê, li hin xalan avên demkî kom bûn.
Berfirehkirina sîstemên cuda ku tê de ava baranê û ava gemar di xetên ji hev cuda de tên guhestin, wekî yek ji çareseriyên herî girîng ên endezyariyê derdikeve pêş. Dayîna ava baranê rasterast bo xetên kanalîzasyonê, kapasîteya xetan zor dike û rîska lehî û seravê zêde dike.
Divê lûleyên baranê yên avahiyan ber bi xetên rast ve bên arastekirin
Tê dîtin ku li hin avahiyên bajêr, lûleyên ava baranê rasterast bi sîstema kanalîzasyonê ve hatine girêdan. Ev rewş, bi taybetî di dema baranên gur de dibe sedema zêdebûna debiya xetên kanalîzasyonê û performansa sîstemê xirab dike. Arastekirina lûleyên ava baranê ber bi xetên ava baranê ve, hem ji bo xebata saxlem a binerdiyê hem jî ji bo kêmkirina rîska lehiyê girîng e.
“Em binerdiyê li gorî rastiya iqlimê ji nû ve plan dikin”
Rêveberê Giştî yê DÎSKÎ’yê Mehmet Şerîfoğlu, derbarê bandora baranê ya li ser binerdiyê de ev nirxandin kirin: “Karaktera baranê ya salên dawî, tabloyeke wisa derdixe holê ku ji nêzîkatiya plankirina klasîk wêdetir e. Baranên ku di demeke kurt de gur dibin, sîstemên me yên binerdiyê bi barên giran re rû bi rû dihêlin. Ji ber vê yekê, em tenê bi birêvebirina rewşa heyî namînin, di heman demê de em binerdiya xwe li gorî şert û mercên nû yên guherîna iqlimê ji nû ve dinirxînin. Em xebatên xwe yên li ser berfirehkirina sîstemên cuda, zêdekirina kapasîteya xetan û çareseriyên nû yên ji bo birêvebirina herikîna avê didomînin.”
Di çarçoveya lihevhatina bi guherîna iqlimê de planên nû dest pê kirin
Li gorî bandorên baranê, analîzên teknîkî yên ji bo sîstema binerdiyê dest pê kirin. Di çarçoveya lihevhatina bi guherîna iqlimê de; li herêmên ku herikîna avê lê zêde ye çareseriyên drenajê yên lêzêdekirî, zêdekirina kapasîteya xetan, veguhertina sîstemên cuda û planên lênihêrîna pêşîlêgir hatin rojevê. Bi van xebatan tê armanc kirin ku bandorên şert û mercên meteorolojîk ên bi vî rengî bi awayekî çalaktir bên birêvebirin.