Print this page

Ji bo jinên di qada veguhastinê de dixebitin perwerdeya wekheviya zayendî hat dayîn

Di perwerdeya ku ji bo xebatkarên jin ên Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin de, têkoşîna li dijî tundiya ser jinan hat nirxandin.

Ji aliyê Yekîneya Perwerdeyê ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve, ji bo xebatkarên jin ên di Serokatiya Daîreya Veguhastinê de dixebitin perwerdeya “Wekheviya Zayendî û Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan” hat dayîn. Gelek jin beşdarî bernameya perwerdeyê ya ku li Navenda Jiyana Jinan ya Quçayê hat lidarxistin bûn.

Mijarên wekhevî û têkoşîna li dijî tundiyê hatin nîqaşkirin

Di perwerdeya ku ji aliyê perwerdekar Eylem Kaya ve hat dayîn de; têgeha zayenda civakî, têkiliya wekhevî û newekheviyê, newekheviyên xuya û nexuya yên ku di jiyana rojane de rû didin bi hûrgulî hatin nirxandin. Her wiha derbarê cureyên tundiya li ser jinê û mekanîzmayên serlêdanê yên di rewşên wiha de, agahiyên berfireh ji beşdaran re hatin ragihandin.

Di perwerdeyê de hat destnîşankirin ku wekheviya zayendî ne tenê bi qanûnan sînordar e; hat gotin ku ev yek di heman demê de bi têkiliyên ku mirov di jiyana rojane de datînin û bi helwestên wan pêkan e. Bi beşdaran re li ser vê mijarê nirxandin hatin kirin. Di dawiya bernameyê de xebatkarên jin nêrîn û ezmûnên xwe parve kirin û li ser mijarê danûstandina fikran kirin.

 

Image Gallery