Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, şandeya ku li Hindistanê di qadên jin, ekolojî û hiqûqê de xebatan dimeşîne, ezimand.
Nalini Nayak, Madhulika Tatigotla û Wekoweu Tsuha yên ku ji bo beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Amedê bibin hatine bajêr û li Hindistanê di qadên jin, ekolojî û hiqûqê de xebatan dimeşînin, serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak kirin.
Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucak bi şandeyê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, li ser xebatên rêveberiyên herêmî û qadên ekolojî û hiqûqê nirxandinên hevpar hatin kirin. Her wiha di hevdîtinê de bal hate kişandin ser giringiya xurtkirina hevkarî û piştgiriya di asta navneteweyî de.
Â
