Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Kovancilar a Xarpêtê bû, daxwaz kir ku Newroz bibe wesîleya aştiyê.
Ji aliyê Rêxistina Navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li Meydana Şaredariya Kovancilarê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Tevî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Dogan Hatun; endamên Meclîsa DBB’ê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hevşaredar Hatun li meydanê ligel beşdaran agirê Newrozê pê xist û bi welatiyan re ket govendê.
Hevşaredar Hatun Newroza gel pîroz kir
Hevşaredar Hatun di pîrozbahiyê de axivî, Cejna Newrozê ya gel pîroz kir û hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya aştî û aramiyê. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku Kovancilar keleha berxwedanê ye û wiha got: “Min îro ji we re silavên gelê Amedê anîn. Ev der herêma Dersîmê ye, ev der keleha Xarpêtê ye. Sed sal e agirê hêviyê çawa qut nebûye, ez bawer dikim ku agirê Newrozê jî wê tu carî qut nebe.”
‘Agirê Newrozê dê her tim geş bibe’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser giringiya yekîtiya kurdan û wiha axivî: “Kurd li her derê bûne yek. Ji vir silav ji wan re. Êdî tu kes nikare li ser xwîna kurdan û li ser tunebûna kurdan ji xwe re hebûnekê ava bike. Êdî agirê Newrozê dê her tim geş bibe, kes nikare agirê me vemirîne. Îro jî li Kovancilarê agirê Newrozê dê geş bibe û ciwan dê pêşengiya vê yekê bikin. Silav ji we re ciwanên Kovancilarê.”
Hevşaredar Hatun behsa pêvajoya aştî û civaka demokratîk kir û wiha got: “Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, em bi vê yekê gelekî kêfxweş in. Divê ji bo kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê bête pêkanîn. Gelê kurd tu carî dest ji zimanê xwe bernade. Gel ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî fermiyetê dixwaze. Li her derê ku kurd lê hene, gel li pêşengên xwe, li dîroka xwe û li têkoşîna xwe xwedî derdikeve.”