Qeydên kursên huner û muzîkê yên bêpere dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zêdekirina gihîştina qadên çand û hunerê û xurtkirina jiyana civakî ya beşdar û hilberîner, kursên nû dide destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Karên Çandî, Huneri û Civakî, ji bo belavkirina çalakiyên çand û hunerê yên li bajêr, bernameyên kursên bêpere di dema nû de jî didomîne. Bi van kursên hatine vekirin tê armanckirin ku welatî behreyên xwe yên hunerî pêş bixin û beşdariya wan a di jiyana civakî de zêde bibe.

Di kursên ku hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan hatine plankirin de, tê armanckirin ku welatiyên ji komên cuda yên temenî bi hunerê re werin cem hev.

Dê di gelek beşan de perwerde werin dayîn

Di kursan de dê di beşên seramîk, fûzyona camê, bilûr-ney, klarnet û tembûr, wênesazî (mezin û zarok), keman, piyano (mezin) û gîtara klasîk (mezin) de perwerde werin dayîn.

Serîlêdan dê di navbera 25ê Adarê û 1ê Nîsanê de werin girtin. Beşdariya kursan bi kontenjanê sînordar e. Serîlêdan dikarin li ser navnîşana dismek.diyarbakir.bel.tr werin kirin.

 

Image Gallery