Print this page

Nêzîkatiya "Sifir Bermayî" li Sumerparkê dertê pêşberî welatiyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 30’ê Adarê Roja Sifir Bermayî ya Navneteweyî de, bi mebesta belavkirina nêzîkatiya sifir bermayî, dê çalakiyên pratîkî yên derbarê vezîvirandin û jiyana domdar de bi welatiyan re parve bike.

Çalakî bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê tên birêvebirin. Armanc ew e ku di çarçoveya armanca bajarekî jiyanbar de, hişmendiya civakî were xurtkirin. Di vî warî de, ji ber Roja Sifir Bermayî ya Navneteweyî, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê dê gelek çalakî bên lidarxistin.

Bername dê saet di 10:00’an de dest pê bike û heta saet 16:00’an berdewam bike. Li gorî rewşa hewayê, dê li qada vekirî konên agahdarkirinê bên vedan û li wir derbarê nêzîkatiya sifir bermayî û pratîkên jiyana domdar de agahiyên berfireh bidin welatiyan.

Di çarçoveya çalakiyan de her wiha; atolyeyên vezîvirandinê û vezîvirandina pêşketî, perwerdeyên ji bo zêdekirina hişmendiya jîngehê û xebatên pratîkî yên ku beşdar dikarin tê de cih bigirin dê bên organîzekirin. Bi vî rengî tê armanckirin ku hişmendiyek li ser mijara "ka bermayî çawa dikarin ji nû ve bên nirxandin" û "şêwazê jiyana sifir bermayî çawa dikare bikeve nav jiyana rojane" were avakirin.

 

Image Gallery