Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî barîna zêde ya ku ji ber guhertina avhewayê dibe ku pêk were, li navçeyên navendî di mazgalan de xebatên paqijiyê dimeşîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, li dijî barana şiliyê bi hevkariya şaredariyên Peyas, Rezan, Bajarê Nû û Sûrê re di xetên drenaja ava baranê de xebateke berfireh a paqijiyê da destpêkirin.
Daneyên meteorolojiyê li ber çavan tên girtin
Ekîbên ku li gorî daneyên meteorolojiyê ketine tevgerê, bi taybetî beriya demên ku barîn lê zêde dibin, herikbarên ava baranê yên li navenda bajêr bi hûrgilî paqij dikin. Bi vê yekê tê armanckirin ku rê li ber kombûna avê û lehiyên ku di barîna ji nişka ve de çêdibin, bê girtin.
80 xebatkar li qadê xebatê dimeşînin
Ji bo pêşî li windahiyên can û mal bê girtin û trafîka bajêr bê rawestandin bidome; bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê û yekîneyên Park û Baxçeyan, ekîbên şaredariyên navçeyên navendî jî piştgiriyê didin xebatan. Bi giştî 80 xebatkar û 3 wesayît li qadê bê navber dixebitin.
Di xebatên ku ji bo pergala binesaziyê bê pirsgirêk bixebite de, bermayiyên ku tên derxistin bi awayekî ku zirarê nede jîngehê, ber bi Qada Komkirina Çopê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve tên veguhestin.
Rêyên sereke û guzergehên qelebalix di rêza pêşîn de ne
Ekîbên ku heta niha drenajên ava baranê yên li Bulwara Rihayê, Bulwara Elezîzê, Bulwara Mahabadê, Bulwara Firatê, Kolana Nazim Hikmet, Kolana Evrim Alataş, Kolana Aram Tîgran, Kolana Orhan Dogan û navçeya Sûrê kontrol kirine, di çarçoveya koordînasyona hatiye avakirin de xebatên xwe didomînin.
Â
