Print this page

Hevşaredar Bucak guhdariya daxwazên mixtarên Sûrê kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi mixtarên taxên navçeya Sûrê re hat cem hev û guhdariya daxwaz û pêşniyarên wan kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, li gel mixtarên navçeya Sûrê civînek pêk anî. Civîn li Salona Civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin birêve çû; tevî Hevşaredar Bucak, Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu, endamên meclîsê, serokên daireyan, Serokê Komeleya Mixtarên Sûrê Aydin Alakuş û gelek mixtar beşdar bûn.

Di civînê de xizmetên ku li navçeyê berdewam dikin, veberhênanên binesaziyê û projeyên ku ji bo sala 2026’an hatine plankirin, bi berfirehî hatin nirxandin.

‘Gavên girîng hatin avêtin’

Hevşaredar Bucak di civînê de axivî û bi bîr xist ku ew berê jî bi mixtarên Sûrê re hatine cem hev; Bucak bal kişand ser girîngiya xuyakirina xebatên li qadê. Bucak diyar kir ku piştî dema heşt salan a qeyûman, pêvajoya hilberandina xizmetê ji nû ve hatiye birêxistinkirin û destnîşan kir ku di pêvajoya du salan de bi taybetî di xizmetên binesazî, rê û avê de gavên girîng hatine avêtin.

Hevşaredar Bucak da zanîn ku ji navendê ji bo 50 taxên gundewarî av hatiye dabînkirin û li hin taxên ku bi salan e pirsgirêka avê dikişandin, çareseriyên mayînde hatine afirandin. Bucak her wiha anî ziman ku di çarçoveya plansaziya sala 2026’an de, ji bo hin taxan xebatên kêşana xetên nû, zêdekirina kapasîteya depo û nûkirina tora avê hatine bernamekirin. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê bi navberên rêkûpêk bi mixtaran re werin cem hev û felsefeya xwe ya rêveberiya beşdar û çareserîxwaz bidomînin.

Di civînê de serokên daireyan û midûrên şaxan ên têkildar jî derbarê xebatên li taxên Sûrê hatine kirin, yên berdewam dikin û projeyên ji bo sala 2026’an hatine plankirin de agahî dan.

Mixtarên ku di civînê de mafê axaftinê girtin jî bal kişandin ser girîngiya seredana taxan û daxwazên xwe yên derbarê rê, av, binesazî û veguhastinê de anîn ziman.

 

Image Gallery