Li Amedê ji bo bikêrhatina avê pêvajoya çalakiyê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bihêzkirina bikêrhatina avê li dijî rîska hişkayiyê, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Di çarçoveya xebata ku li şaredariyê bi perwerdeyê dest pê kir de, dê amûrên teserûfa avê (perlatwêr) li mal û dibistanan werin belavkirin, perwerdeyên bikêrhatina avê werin organîzekirin û xebatên qadê werin meşandin.

Di civînekê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Guherîna Iqlîmê û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê ve li Salona Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin; berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî yên di rêveberiya avê de, bandorên rîska hişkayiyê ya zêde li ser civakê û girîngiya kêrhatina avê ya di jiyana rojane de hatin nirxandin.

Di çarçoveya "Belgeya Stratejîk û Plana Çalakiyê ya Bikêrhatina Avê" de ku di 4’ê Gulana 2023’an de ketibû meriyetê, rol û berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî bi nêrîneke mirov-navend hatin ji nû ve nirxandin.

Ji bo mirov û xwezayê plana çalakiyê

Di civînê de bi taybetî bal hat kişandin ser kêmkirina windahî û qaçaxiya di pergalên ava vexwarinê de, belavkirina adetên teserûfa avê, bihêzkirina polîtîkayên lihevhatina bi guherîna iqlîmê re û zêdekirina koordînasyona nav-sazî. Hat diyarkirin ku ev xebat rasterast kalîteya jiyana civakê bilind dikin.

Serlêdanên berbiçav dê bikevin meriyetê

Hat destnîşankirin ku bikêrhatina avê ne tenê mijareke teknîkî ye, di heman demê de berpirsiyariyeke rêveberî û civakî ye; her wiha hat gotin ku dê ji bo welatiyan sepanên berbiçav werin pêkanîn. Di vê çarçoveyê de; tê plankirin ku li mal û dibistanên diyarkirî amûrên teserûfa avê werin belavkirin, perwerde werin dayîn, ji bo cotkaran perwerdeyên bikêrhatina avê werin lidarxistin û li herêmên xeternak xebatên qadê yên derbarê rêveberiya avê de werin meşandin.

Hat destnîşankirin ku sepanên bikêrhatina avê hem kalîteya jiyana bajêr bilind dikin hem jî ji bo welatiyan feydeyên aborî û hawirdorî peyda dikin. Bi parastina çavkaniyên avê re berdewamiya ava vexwarinê tê mîsogerkirin, rê li ber qutbûna avê tê girtin û barê li ser binesaziyê kêm dibe.

Di civînê de her wiha hat diyarkirin ku ji bo parastina hebûna avê li Amedê û veguhastina wê ya bi tendurist bo nifşên pêşerojê, xebat dê bi biryardarî berdewam bikin.

‘Armanc, parastina hebûna avê bi koordînasyona hevpar e’

Endazyara Jîngehê Zuleyha Aydin Balik a ku derbarê civînê de agahî dan, got ku wan ji bo beşdariya seferberiya giştî ya avê ev hevdîtin pêk aniye. Balık diyar kir ku armanca civînê ew e ku bi hemû serokatiyên daireyan ên di şaredariyê de koordînasyoneke hevpar peyda bikin, hebûna avê biparêzin û bi awayekî rast bi kar bînin; her wiha anî ziman ku di pêvajoya pêş de dê xebat li derveyî şaredariyê jî di qadên cuda de berdewam bikin.

‘Em ê gavên girîng bavêjin’

Balik diyar kir ku ew ê xebatên seferberiya avê bi hemû serokatiyên daireyan re belav bikin û weha got: “Ji bo ku welatiyên me bigihîjin hebûna avê ya saxlemtir û domdartir, em ê di demên pêş de gavên girîng bavejin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery