Print this page

Şandeya Delegasyona YE ya Tirkiyeyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir

Musteşara Karên Siyasî ya Delegasyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê Konstantina Kostova û şandeya pê re, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin. Di hevdîtinê de derbarê rêveberiyên herêmî û pêvajoyên hevkariyê de peguherîna ramanê hat kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Musteşara Karên Siyasî ya Delegasyona YE’yê Konstantina Kostova û şandeya pê re parastin.

Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku ji ber bernameyên Newrozê ew di heyameke qerebalix de ne û bal kişand ser girîngiya vê serdanê.

'Serkeftina we pîroz dikim'

Musteşar Konstantina Kostova anî ziman ku ew cara yekem e tê Amedê û weha got: “Ji ber ku we em qebûl kirin em spasdar in. Par we şandeyeke Yekîtiya Ewropayê li vir parastibû. Ez dixwazim bi şandeyeke nû careke din li vir bim û ji ber serkeftina we ya di hilbijartinan de we pîroz bikim. Di hilbijartinan de hilbijartina 11 şaredarên jin geşedaneke pir girîng e. Ji bo kampanyayên we yên li dijî tundiya ser jinan jî ez we pîroz dikim û em bi we serbilind in.”

Kostova bal kişand ser armanca serdanê jî û destnîşan kir ku Komîsyona Ewropayê pêvajoyên hevkariya bi rêveberiyên herêmî re li welatên namzed ji nêz ve dişopîne. Her wiha da zanîn ku di çarçoveya bernameya xwe de, wan bi rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên cîhana karsaziyê û rojnamevanan re jî hevdîtin pêk anîne.

Di hevdîtinê de, mijarên hevkariya di qada rêveberiya herêmî de hatin nirxandin.

 

Image Gallery