Print this page

Li Farqînê Şahiyên Serhivdê tên lidarxistin

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Farqînê, Şahiyên Serhivde dê werin lidarxistin.

Şahiyên Serhivde ku her sal sê rojên dawî yên meha Adarê li navçeya Farqîna Amedê têne pîrozkirin, îsal jî dê bi çalakiyên curbecur werin birêvebirin. Ev şahiyên ku bi xweza, bereket û biharê ve têne girêdan û bûne kevneşopî; bi hevkariya Midûriyeta Şaxa Parastina Mîrata Çandî û Muzeyan a Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Farqînê, di dîrokên 27-28-29ê Adarê de li gundê Emerka Farqînê dê pêk werin.

Di bernameya şeniyê ya ku dê sê rojan bidome de; dîwanên dengbêjan, performansên erbaneyê û qesîde u îlahî dê cih bigirin.

 

Image Gallery