Tîma Hentbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ku bi werzişvanên ji binesaziyê hatine perwerdekirin hat avakirin, xwe amade dike ku çîroka serkeftina xwe ya li ser parkeyê derbasî asteke bilindtir bike. Tîma ku di Koma 1emîn a Lîga 2yemîn de bi performansa xwe ma fînalên Play-Offê, armanc dike ku hilbikişe Lîga 1emîn.
Tîma Hentbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzişê de hat avakirin, dê bi armanca Lîga 1emîn di 30ê Adarê de li Uşakê derkeve maçên Play-Offê.
Tîma jinan a ku îsal hat avakirin, di Koma 1emîn a Lîga 2yemîn a Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê de ji 6 maçan 4 maç qezenc kirin û mafê lîstina Play-Offê bi dest xist. Tîma kesk û sor, amadekariyên xwe li navçeya Kayapinarê, li Salona Werzişê ya Pirarmancî ya Talaytepeyê ya Kulûba Çalakiyên Werzişê ya Amedê didomîne.
Maça ewil bi Çewlîgê re ye
Di fînala çargoşe ya ku dê li Uşakê bê kirin de, Tîma Hentbolê ya Jinan a DBBê di maça xwe ya pêşîn de dê bi tîma Çewlîgê (Bîngol) re rûbirû bibe. Heke vê qonaxê derbas bike, ji bo fînalê dê li benda reqîbê xwe be.
‘Em bi lîstikvanên ciwan têdikoşin’
Rahênera tîmê Berçem Demirel diyar kir ku wan kadro ji werzişvanên binesaziya xwe ava kiriye û destnîşan kir ku tîm li gorî tîmên din bi lîstikvanên ciwantir têdikoşe.
‘Me bi baweriyê serkeftin bi dest xist’
Demirel bal kişand ser serkeftina ku bi werzişvanên ciwan hatiye bidestxistin û got: “Me bi bawerî serkeftinek bi dest xist û em hilkişiyan Play-Offê. Di pêşbirkên ku dê li Uşakê werin kirin de em di navbera du komên cuda de ne. Di koma me de heft tîm hene. Armanca me ew e ku em derkevin fînala çargoşe û gaveke din nêzî Lîga 1emîn bibin.”
Demirel destnîşan kir ku ew ê Amedê li Uşakê bi awayê herî baş temsîl bikin û ji ber piştgiriyê spasiya Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û alîgirên ku her dem li ser trîbunê ne kir.
‘Ez bawer dikim ku em ê karên pir xweş bikin’
Kaptana tîmê Behiye Perişik jî kêfxweşiya xwe ya ji bo cihgirtina di koma Play-Offê de anî ziman û got: “Koma temenê me pir ciwan e. Ez bawer dikim ku em ê di Play-Offê de serkeftinên pir xweş bi dest bixin.”
Yek ji lîstikvanan Edanur Alkiş jî diyar kir ku ew hefteyê 5 rojan rahênanê dikin û got ku armanca wan ew e ku di pêvajoya Play-Offê de serkeftî bin û bibin yekemîn.
Alkış anî ziman ku wê piştî pişkinînên li dibistana navîn dest bi hentbolê kiriye, di binesaziya Şaredariya Bajarê Mezin de jiyana xwe ya werzişê didomîne û di vê pêvajoyê de mafê beşdarbûna kampa tîma neteweyî bi dest xistiye.
