Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, projeya Parka Ekolojiyê ya ku tê plankirin li Rezanê were çêkirin û projeya Bulvara Firatê ya li Peyasê ku dê ji serî heta binî were nûkirin, li qadê lêkolîn kirin. Hevşaredaran di çarçoveya armancên veguhertina ekolojîk, bajarvaniya domdar û veguhestina ewle de berfirehiya xebatan li cihê wê nirxandin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, lêkolînên xwe yên li ser qadên xizmetê yên şaredariyê didomînin. Hevşaredaran Parka Ekolojiyê ya li Kolana Orhan Dogan a Rezanê û xebatên li Bulvara Firatê ya Peyasê li cihê wê dîtin.
Hevşaredaran destpêkê li Rezanê qada 37 hezar metrekareyî ya ku Parka Ekolojiyê lê bê avakirin lêkolîn kirin û ji yekîneyên teknîkî agahî girtin. Hat diyarkirin ku park dê wekî qadeke tematîk were sêwirandin ku tê de bala xwe didin ser vezîvirandina bermayiyan, bikaranîna enerjiya nûjenbar û pêkhateyên jiyana xwezayî.
Pratîka jiyana li gorî xwezayê
Projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve hat amadekirin; armanc dike ku di têkoşîna li dijî krîza ekolojîk de hişmendiyê ava bike û pratîkên jiyana li gorî xwezayê belav bike. Di çarçoveya projeyê de kêmkirina emîsyona karbonê, çalakkirina pergalên vezîvirandinê û belavkirina sepanên enerjiya nûjenbar tên armanc kirin.
Hat diyarkirin ku Parka Ekolojiyê wekî qadeke fêrbûn, hilberîn û parvekirinê hatiye sêwirandin ku ezmûna jiyana bi xwezayê re pêşkêş dike. Di parkê de dê pergaleke giştgir were avakirin ku tê de çerxên enerjî, av, ax, xwarin û bermayiyan bi hev ve girêdayî ne. Di çarçoveya projeyê de bi giştî 24 hezar û 840 metrekare qada kesk, 3 hezar û 225 metrekare xendeka biyolojîk, 1504 metrekare riya bisiklêtê û avahiya atolyeyê ya 250 metrekareyî cih digirin.
Lêkolîna li Bulvara Firatê
Hevşaredar piştre li Bulvara Firatê ya li navçeya Peyasê ku dê were nûkirin, lêkolîn kirin. Hevşaredaran li ser beşdariya projeyê ya ji bo veguhestina bajêr û kalîteya jiyanê ji yekîneyên têkildar agahî girtin, pêşniyarên xwe anîn ziman û bi welatiyan re sohbet kirin.
Bulvara Firatê dê ji serî heta binî were nûkirin
Di vê çarçoveyê de, li Bulvara Firatê ku yek ji arterên girîng ên navçeya Peyasê ye, xebatên berfireh ên binesazî û sersaziyê werin kirin. Bulvara ku di navbera Bulvara Dîclekentê û Bulvara Mahabadê de ye, nêzî 3 hezar û 400 metre dirêj û 50 metre fireh e, dê bi xebatan bibe xwedî dîmenekî nûjen. Riya ku niha wekî 6 şerît (3 çûn û 3 hatin) tê bikaranîn, dê ji aliyê teknîkî ve ji nû ve were destgirtin.
Di çarçoveya xebatan de destpêkê dê binesazî were çêkirin. Bi taybetî li herêmên ku pergala drenaja ava baranê tê de kêm dimîne, armanc ew e ku rê li ber komkirina avê were girtin. Li gorî vê yekê, riya heyî dê bi temamî were rakirin, zemin were xurtkirin û piştre xeta nû ya drenajê were avakirin.
Riya bisiklêtê û peyaderêyên fireh
Piştî binesaziyê, xebatên serbazisî û sererastkirina jîngehê werin kirin. Di vê çarçoveyê de qata riyê li gorî standardên teknîkî were nûkirin, peyaderêyên bi firehiya 6 heta 8 metreyan werin çêkirin, riya bisiklêtê ya 2,5 metre fireh û bê navber were çêkirin, refûja navîn were sererastkirin, 272 stûnên ronahîkirinê yên nûjen werin danîn û bi peyzajê dîmena estetîk a bulvarê were xurtkirin.
Veguhestin dê ewletir û rehettir be
Bi vê projeyê armanc ew e ku kapasîteya veguhestinê ya Bulvara Firatê were zêdekirin, çûyîn û hatina peya û bisiklêtan ewletir bibe û pirsgirêkên ji ber ava baranê derdikevin werin rakirin. Gava xebat bi qedin, tê hêvîkirin ku bulvar bibe xwedî avahiyeke nûjen û li gorî estetîka bajêr.
Di dema lêkolînan de Sekreterê Giştî yê DBBê Serdar Bakıroğlu, Alîkarê Sekreterê Giştî Aziz Özdoğan û serokên daîreyên têkildar ligel Hevşaredaran bûn.
Â
