Print this page

Hevşaredar beşdarî merasîma ji bo Helbestvan Ehmed Huseynî bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî merasîma ku ji bo helbestvanê koça dawî kirî Ehmed Huseynî hatibû amadekirin, bûn.

Cenazeyê helbestvanê kurd Ehmed Huseynî yê ku di 10ê Adarê de li bajarê Stockholmê yê Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, anîn Amedê û li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê merasîmek hat lidarxistin. Tevî Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun; nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî, nivîskar û hezkiriyên Huseynî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de darbesta Huseynî bi qaranfilan hat xemlandin û sînevîzyonek li ser jiyana wî hat nîşandan.

Hevşaredar Hatun: Malavayiya bi te re pir zor e

Piştî nîşandana sînevîzyonê, Hevşaredar Dogan Hatun axaftineke bi bandor kir. Hatun bi gotina “Kek Ehmed, tu îşev mêvanê me yî. Bi rastî jî xatirxwestin pir zor e” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Cudabûna ji wî ronakbîrê şoreşger ê ku qet nesekinî, pir giran e. Di rastiyê de em nikarin bibêjin xatirxwestin; pênûsa te dê di dilê hemû kurdan de her dem zindî bimîne.”

Hatun diyar kir ku pênûsa Huseynî û gotinên wî yên nîvcomayî dê ji bo hemû kurdan bibe sedema nivîsandinê û got: “Em dizanin ku tu dê herî Amûdê; ber bi axa Amûdê ya ku can da te û te jî jiyana xwe diyarî wê kir. Em hêvî dikin ku ev jiyana te ya ku te ji bo kurdan nivîsandiye, her helbest û her nivîsa te dê ji bo gelê me her dem girîng bimîne. Ji ber vê yekê malavayiya bi te re pir zor e.”

Hatun bi gotina “Li Amûdê cih ji te re vekirin û piştî salan tu ê êdî di mala xwe ya azad de bî” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çavê te li pey te nemîne; hevalên te dê hemû axê azad bikin. Mîna wê hesreta dilê di helbestên te de û mîna wî qîrîna ku te di dilê hemû kurdan de nexşandiye... Ew qîrîn dê bibe evîn û sewdaya azadiya kurdan. Riya te; mîna wê jiyana ku te nîşan da, mîna wê riya ku te pêşengiya ziman, wêje û helbesta kurdî kir, her ronî û her azad be. Oxir be, oxir be.”

Di merasîmê de Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) Cemile Turhalli, Hevberdevkê Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, Serokê Enstîtuya Kurdî Feratê Dengizî, nûnera Komelaya Wêjekaran Mîna Acer, Seroka PENa Kurd Rojbin Perişan, Seroka KASEDê Saliha Ayata û Serokê Weqfa Malbata Haco Ziwer Haco jî axivîn û bîranînên xwe yên der barê Huseynî de parve kirin.

Piştî axaftinan, cenazeyê Huseynî li ser milan hat hildan û bi çepik û tîlîliyan ber bi Amûdê ve hat oxirkirin.

 

Image Gallery