Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Oya Ersoy û Cîhan Aydin û şandeya pê re, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin.
Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy û Cîhan Aydin, Serokê Şaxê ÎHD’ê yê Amedê Ercan Yilmaz û şandeya pê re, di çarçoveya serdanên saziyan ên rûtîn ên li bajêr de, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun pêşwaziya şandeyê kirin. Di hevdîtinê de xebatên ku di qada rêveberiyên herêmî û mafên mirovan de tên meşandin hatin nirxandin û li ser mijaran fikr û raman hatin parvekirin.