Li Amedê 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, bi lîstika kurdî ya Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) “Xewna Şeveke Havînê” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser girêdana xurt a şanoyê ya bi bîr, çand û hunerê re. Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak ku lîstik temaşe kir, tekezî li ser têkiliya şanoyê ya bi bîr û berxwedanê re kir.
Li Amedê Roja Şanoyê ya Cîhanê bi efsûna dikê û hêza bîra kolektîf hat pêşwazîkirin. Berhema nemir a William Shakespeare ku bi navê Xewna Şeveke Havînê ji aliyê DBŞT’ê ve hatibû amadekirin, temaşevan vexwendin gerdûneke helbestî ya di navbera xewn û rastiyê de.
Bi eleqeyeke mezin hat lîstin
Lîstika ku derhêneriya wê Ferhad Feqî dikir, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi awayekî bêpere pêşkêşî hezkiriyên hunerê hat kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî di nav temaşevanan de bûn. Lîstik ji ber çepikên germ ên temaşevanan gelek caran hat sekinandin û di navbera dika şanoyê û gel de pireke zindî ava bû.
Pira di navbera çandan de
Ev deqa klasîk a ku hat ser dikê, bi pira ku di navbera ziman û çandan de ava kir, ji wergerandinekê wêdetir, hêza îfadeyê û estetîka şanoya kurdî nîşan da. Performansa kolektîf a lîstikvanan, tevna xewnwarî ya deqê bi rêya beden û gotinê ji nû ve ava kir û ezmûneke nûjen pêşkêşî temaşevanan kir.
Kadroyeke berfireh a lîstikvanan
Di lîstikê de ev hunermend beşdar bûn:
Berfin Emektar, Halit Aslan, Mesut Erenci, Nurşen Adıgüzel, Nazmi Karaman, Özcan Ateş, Ömer Akkan, Perînaz Delazy, Sena Özbey, Sakîna Aktaş, Şahperî Alphan, Şehabettin Dağ, Yavuz Akkuzu û Zeycan Ateş.
Mehmet Emîn Yalçinkaya hat bibîranîn
Piştî lîstikê Hevşaredar Serra Bucak derket ser dikê, kulîlk dan lîstikvanan û keda wan pîroz kir. Bucak ji bo vê performansa bi coş spasiya hunermendan kir û bi helkefta 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, lîstikvanê DBŞT’ê Mehmet Emîn Yalçinkaya yê ku di sala 2018’an de koça dawî kiribû, bi bîr anî. Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser girêdana şanoyê ya bi bîr û berxwedanê re û got: “Di kesayetiya Mehmet Emîn Yalçinkaya de roja hemû lîstikvanên me pîroz dikim.”