Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, serdana Mala Dengbêjan kir û li kilamên dengbêjan guhdarî kir; bal kişand ser girîngiya zindîhiştina kevneşopiya dengbêjiyê û veguhastina wê ya ji bo nifşên pêşerojê.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, serdana Mala Dengbêjan a ku li navçeya Sûrê di bin sîwana Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, kir.
Hevşaredar Hatun di çarçoveya serdanê de bi dengbêjan re hat cem hev, li kilamên wan guhdarî kir û bi wan re sohbet kir. Hevşaredar Hatun bi welatiyên ku hatibûn Mala Dengbêjan re jî sohbet kir û destnîşan kir ku zindîhiştina çanda dengbêjiyê û gihandina wê ya ji bo nifşên nû gelekî girîng e.
Dengbêjên ku di nav hîmên herî girîng ên çanda devkî ya kurdî de cih digirin, bi stran û kilamên ku pêşkêş kirin, kêliyên xweş dan jiyîn.
Bi xebatên ku li Mala Dengbêjan tên meşandin, armanc ew e ku kevneşopiya çanda devkî were parastin û ji bo paşerojê were veguhastin.