Bi hatina biharê re, darên hirmîyên xemlê yên ku li seranserê cade û bulvarên Amedê hatine çandin, kulîlk vedan û dîmenên mîna "şahiyeke dîtbarî" ava kirin. Ev darên ku bi berxwedana xwe ya li hemberî kîşwera hişk a herêmê têne nasîn, rûyê gewr ê bajêr veguherandin korîdorên spî.
Li seranserê bajêr korîdorên spî
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên peyzaj û sererastkirina hawirdorê de, girîngiyeke taybet dide çandina darên hirmîyên xemlê. Ev darên ku di her werzî de rengên cuda digirin, bi taybetî li navçeyên Peyas, Rezan û Bajarê Nû hatine çandin. Bi vebûna kulîlkan re, bulvarên fireh ên bajêr bûn xwedî dîmenekî estetîk û nûjen.
Sembola nû ya peyzaja bajêr
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan destnîşan kir ku darên hirmîyên xemlê ji ber mezinbûna xwe ya bilez û berxwedana wan a li hemberî qirêjiya hewayê têne tercîhkirin. Rayedaran diyar kir ku ev dar ne tenê ji bo estetîkê, lê ji bo ku li gorî şert û mercên herêmê ne, di sererastkirina refûj û parkan de cihê xwe yê bingehîn girtine.
Cihên ku herî zêde bala welatiyan dikişînin
Di nava bajar de hin cade bi taybetî bi van dîmenên xwe derdikevin pêş:
Cadeya Çewligê: Bi rêzkirina darên spî, atmosfereke efsûnî pêşkêş dike.
Cadeya Mastfroş: Di navbera avahiyên modern de wekî zirafiya xwezayê balê dikşîne.
Bulvara Mahabadê: Bi taybetî ji bo welatiyên ku derdikevin meşê, bûye navenda dîtbarî.
Hem estetîk hem jî qewîm
Hirmîyên xemlê di biharê de bi kulîlkên spî bajêr dixemilînin û di payîzê de jî pelên wan dibin rengê sor û qehweyî. Ev guherîna rengan di nava salê de dînamîzmeke dîtbarî dide kolanên Amedê. Welatiyên ku ji vî dîmenî hez dikin, bi taybetî di van rojan de li bin darên ku kulîlkên wan mîna "berfê" diweşin, wêneyên bîranînê dikişînin.
Werger: Omer Dilsoz