Ji DBB’ê ji bo alîgiran perwerdeya têkoşîna li dijî tîryakê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Urfayê ji bo komên alîgirên Amedsporê perwerdeyek li dar xist. Di perwerdeyê de bal kişandin ser têkoşîna li dijî tîryakê, hêza werzişê ya yekrêzker û girîngiya çanda "trîbûnên paqij".

Navenda Şêwirîn û Perwerdeya Tîryaktiya Madeyên Hişber ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de kar dike, xebatên xwe yên ji bo hişyariya civakî didomîne. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê navendê ve li navçeya Halîliyeya Urfayê, di avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) de, ji bo komên alîgirên Amedsporê yên bi navê "Riha Barikat" û "Mor Barikat" li ser mijara "Tîryakîbûn û Bergirtin" pêşandanek hat kirin.

Hêza werzişê ya yekrêzker hat destnîşankirin

Di çalakiyê de balkişandin ku werziş di têkoşîna li dijî tîryakîbûnê de amûreke girîng e. Di panelê de ku di çarçoveya bernameyê de hat lidarxistin, aliyên werzişê yên ku kesan ji adetên zirardar dûr dixe, dîsîplînê dide wan û piştgiriya civakî xurt dike, hatin nirxandin. Hat destnîşankirin ku hêza kolektîf a komên alîgiran, di belavkirina adetên jiyana saxlem de dikare roleke girîng bileyîze.

Cureyên tîryakîbûnê û sedemên wê hatin ravekirin

Di pêşandanê de têgeha tîryakîbûnê bi her alî ve hat girtin û agahiyên berfireh dan beşdaran. Hat diyarkirin ku tîryakîbûn ne tenê bi bikaranîna madeyan sînordar e; teknolojî, alkol û tîryakîbûna reftarî (behavioral) jî di nav de ne. Hat gotin ku di derketina tîryakîbûnê de faktorên psîkolojîk, civakî û hawirdorê diyarker in.

Girîngiya xebatên bergirtinê

Pisporan di agahdarkirina xwe de destnîşan kirin ku rêbaza herî bi bandor di têkoşîna li dijî tîryakîbûnê de, xebatên bergirtinê (prevention) ne. Girîngiya avakirina hişmendiyê di temenê biçûk de, piştgirîkirina hawirdorên civakî yên saxlem û belavkirina çalakiyên zanyariyê hatin nîqaşkirin. Hat îfadekirin ku malbat, dibistan û civak bi hev re tevbigerin, ev yek di rêgirtina li ber tîryakîbûnê de roleke krîtîk dilîze.

Çanda "trîbûna paqij" hat nirxandin

Di çalakiyê de her weha li ser têgeha “çanda trîbûna paqij” hat sekinandin. Hat diyarkirin ku divê trîbûn tenê cihê coşa werzişê bin û hat gotin ku avakirina çandeke alîgiriyê ya li ser bingeha rêz û piştgiriyê û dûrî adetên zirardar pir girîng e. Hat destnîşankirin ku komên alîgiran dikarin di vê mijarê de pêşengiyê bikin.

Navenda Şêwirîn û Perwerdeya Tîryakîbûna Madeyên Hişber, dê li gorî daxwazan xebatên xwe yên têkoşîna li dijî tîryakîbûnê li bajarên din ên herêmê jî bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery