Hevşaredar Bucak: Aştî avakirina jiyana nû ye

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di bernameya “Jin Aştiyê Diaxivin” de axivî û bal kişand ser wê yekê ku jin aktorên avaker ên aştiyê ne. Bucak diyar kir ku aştî ne tenê rewşa bêşerî ye; aştî li ser bingeha edalet û wekheviyê avakirina jiyaneke nû ye.

Bernameya “Jin Aştiyê Diaxivin” ji aliyê Enstîtuya Geşepêdana Demokratîk (DPI), Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DOGUNKAD), Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Jinên Karsaz ên TOBB’ê ve hat organîzekirin. Tevî Hevşaredar Serra Bucak; parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî bernameyê bûn.

‘Domandina van hevdîtinan berpirsiyariyeke dîrokî ye’

Hevşaredar Bucak spasiya saziyên ked dayî bernameyê kir û girîngiya zêdekirina van hevdîtinan bi van gotinan anî ziman:

“Ev hevdîtineke pir bi qîmet e. Wekî şaredarî û rêveberiyên herêmî, berpirsiyariya me ya dîrokî heye ku em hejmara van hevdîtinan zêde bikin, cihên wan biguherînin û li bajarên cuda belav bikin. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin.”

‘Jin subjekên herî xurt ên aştiyê ne’

Bucak diyar kir ku Amed bajarê hevdîtina çandên qedîm ên Mezopotamyayê ye û wiha berdewam kir:

“Bernameya ‘Jin Aştiyê Diaxivin’ dest dide bîra hevpar, êşên hevpar û hêviyên hevpar ên her kesê li ser vê xakê dijî. Em dizanin ku bandora şer û pevçûnan ji qada siyasî wêdetir, di her kêliya jiyana rojane ya jinan de tê hîskirin.”

Bucak destnîşan kir ku daxwaza aştiyê tu carî ji holê ranebûye û tevî hewildanên bêencam ên berê jî, wê gel dev ji daxwaza aştiyê bernede.

Bi gotinên Yaşar Kemal banga aştiyê

Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de cih da peyama nivîskarê navdar Yaşar Kemal a ji bo pêvajoya çareseriyê û got ku ew gotin îro jî derbasdar in:

“Aştî ji bo me ne tenê bêdengbûna çekan e; aştî avakirina pergaleke nû ye ku tê de edalet, wekhevî û jiyaneke rûmetdar ji bo her kesî pêkan be.”

‘Çareseriya ku jin tê de nebin nabe mayînde’

Bucak bal kişand ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û wiha axivî:

“Em li vê herêmê herî baş dizanin ku çareseriya ku jin tê de nebin xuyakirin, nabe mayînde. Ezmûnên cîhanê û yên me nîşan didin ku dema jin pêşengiya avakirina aştiyê dikin, polîtîkayên lihevhatinê û çareseriyên mayînde hêsantir pêk tên.”

‘Avakirina aştiyê ji herêmî pêkan e’

Bucak destnîşan kir ku divê aştî ji herêmî ve bê avakirin û bi tenê bi şaredariyên hilbijartî re sînordar nemîne; divê komeleyên jinan, baro, sendîka û hemû beşên civakê di nav de bin.

Bal kişand ser qeyûman

Hevşaredar Serra Bucak di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got:

“Mixabin îro li 13 şaredariyên me qeyûm hene. Di nav wan de şaredariyên me yên Bajarê Mezin ên Wan û Mêrdînê jî hene. Em hêvî dikin ku di rêya muzakere û aştiyê de ev rewş biguhere.”

Bucak axaftina xwe bi vê gotina Yaşar Kemal bi dawî kir: “Heke çiya, mirov û heta mirin jî westiyabe, êdî helbesta herî xweş aştî ye.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery