Print this page

Di Roja Sifir Bermayî de li Amedê hevdîtina hevpar: Bermayî ne tenê çop e

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, di 30’ê Adarê Roja Navneteweyî ya Sifir Bermayî de bi çalakiyekê bermayî vezîvirandin û jiyana domdar bi welatiyan re parve kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser wê yekê ku bermayî ne tenê çop e, nirxekî aborî û ekolojîk e.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta belavkirina nêzîktêdayîna "sifir bermayî", bermayî vezîvirandin û jiyana domdar bi çalakiyên sepandî pêşkêşî gel kir. Çalakî ji aliyê Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî, Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê û şaredariyên navçeyên Yenîşehir, Rezan (Baglar), Sûr û Peyasê (Kayapinar) ve li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşma "Ji bo jîngeheke paqijtir û paşerojeke bijîntir, em bi hev re dikevin tevgerê!" hat bikaranîn.

Di çalakiyê de Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, Hevşaredarê Yenîşehirê Mehmet Ergun, Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, serokên daîreyan, xwendekar û welatî amade bûn.

Atolyeyên curbecur hatin avakirin

Di çarçoveya çalakiyan de atolyeyên "vezîvirandin, ji nû ve bikaranîn, birêvebirina bermayîyan, li ser çavkaniyê jihevveqetandin û hişmendiya sifir bermayî" hatin avakirin. Bernameya ku saet 10.00’an dest pê kir, heta 16.00’an berdewam kir. Ji ber mercên hewayê, çalakî li şûna konên li qada vekirî, li qada girtî hat kirin.

Di atolyeyan de xebatên agahdarkirinê yên li ser nêzîktêdayîna sifir bermayî û jiyana domdar hatin kirin. Di atolyeyên vezîvirandin û "veguhertina pêşketî" de jî perwerdeyên parastina jîngehê û xebatên bermayîyan hatin meşandin. Her wiha, berhemên destan ên welatiyên xwedî pêdiviyên taybet ku ji materyalên vezîvirandinê hatibûn çêkirin jî hatin nîşandan. Odeya Endezyarên Jîngehê (ÇMO) ya Şaxa Amedê jî bi standekê beşdarî çalakiyê bû.

‘Armanca me avakirina hişmendiyê ye’

Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî Evîn Dînar di vekirina çalakiyê de axivî û got:

"Armanca me avakirina hişmendiya li ser bermayîyan e. Em bermayîyan ne tenê wekî mijareke teknîkî, wekî encama têkiliya me ya bi xwezayê re dibînin. Nêzîktêdayîna me ev e: Pêşî kêmkirina hilberîna bermayîyan, hewldana ji bo rêgirtina li bermayîyan, teşwîqkirina ji nû ve bikaranînê û ya herî girîng jî, avakirina vîna jihevveqetandina bermayîyan li mal û kargehan."

Dînar bang li hemû welatiyan kir ku di pêvajoyên birêvebirina bermayîyan de bi şaredariyê re hevkariyê bikin û vezîvirandinê bikin parçeyek ji jiyana xwe.

Bermayîyên me ne tenê çop in’

Midûra Şaxa Sifir Bermayî û Vegerandinê Meltem Ozbek jî diyar kir ku wan ev çalakî ji bo balê bikişînin ser vezîvirandinê amade kiriye û wiha got:

"Bermayî ne tenê çop in, nirxê wan ê aborî heye. Ji bo ku em nifşekî hesas li hemberî jîngehê mezin bikin, vegerandina bermayîyan pir girîng e."

Ozbek destnîşan kir ku vezîvirandin ne tenê peywira şaredariyan e, sîstemek e ku divê bi gel re bi awayekî organîze bixebite.

‘Xebateke kêfxweş e’

Hunermendê hunerên dîtbarî Bestamî Egî ku di çalakiyê de beşdar bû, diyar kir ku wan bi zarokan re xebateke kêfxweş kiriye û got:

"Em dibêjin 'paşeroj', paşeroj a zarokan e; lê em ê çawa paşerojekê ji wan re bihêlin? Ji bo zarok jî li vir bibin xwedî gotin, em hewl didin ji van bermayîyên plastîk û metal berhemên hunerî biafirînin."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery