Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Bulvara Selahedînê Eyûbî ya ku bi xebatên binesazî û asfaltê bi temamî nû kiribû, niha jî bi darçandin û sererastkirinên peyzajê vedigerîne korîdoreke jiyanê ya estetîk û li gorî avhewayê.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Çêkirina Rêyan, piştî ku di mehên borî de xebatên binesazî û asfaltê temam kirin û bulvar veguherand ekseneke veguhastinê ya modern, niha bi xebatên peyzajê yên berfireh nasnameyeke estetîk dide vê qadê. Di pêvajoya nûkirinê ya li ser xeta 1,2 kîlometre de, binesaziya bulvarê hat xurtkirin, bi asfalta germ hat nûkirin û rêya bîsîklêtê lê hat zêdekirin. Di qonaxa nû de bi darçandin û sererastkirina hawirdorê, bulvar dibe yek ji korîdorên girîng ên jiyanê yên bajêr.
199 dar û 125 devî hatin çandin
Di xebatên berfireh de ku amûrên ronahîkirinê yên dekoratîf jî tê de hatine bikaranîn, li peyarê û refûjan 74 darên çinarê, 125 hirmîkên xemlê û 125 deviyên alazê daçikandin zikê axê.
Xebatên ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan de tên meşandin, karên binesazî û seresaziyê yên li Bulvara Selahedînê Eyûbî bi destwerdanên nebatî ve xuyangeke estetîktir bi dest dixe.
Qad ji bo çandina nebatan hat amadekirin
Ekîban ji bo ku bulvar bibe xwedî ekosîstemeke mayînde, pêvajoyeke amadekarî ya berfireh meşandin. Axa bêber a di refûjan de bi temamî hat valakirin û li şûna wê axa bi vîtamîn û xurek hat dagirtin. Piştî karên tesviyekirinê (hevrastkirin), bulvar ji bo çandina nebatan amade bû.
Peyzaja li gorî avhewayê
Di xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan û Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Çêkirina Rêyan ve bi hevparî tên meşandin de, dê cih bidin hêmanên peyzajê û çîmenên ku li gorî şert û mercên avhewaya bajêr in.
Piştî temambûna peyzaja guncav û şînkayiya pêwîst; Bulvara Selahedînê Eyûbî bi rê, peyarê, rêya bîsîklêtê, amûrên ronahîkirinê, refûj û xaçerêyên xwe ve dê veguhere korîdoreke estetîk.
Werger: Omer Dilsoz