Bîra tovan li ser perdeyê zindî bû

Di çalakiya bi navê “Ji Tovekê Ber bi Tovekê ve” de ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, bal kişandin ser girîngiya tova xwemalî li dijî çandiniya pîşesazî.

Bername li Kampûsa Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê, bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî û bi piştgiriya Komeleya Ekolojiyê û Komuna Çandiniyê ya Meclîsa Ekolojiyê hat lidarxistin. Di bernameyê de mijarên krîtîk ên wekî hilberîna li gorî xwezayê, azadiya tovan û serweriya xurekan hatin nîqaşkirin.

Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî, belgefîlma bi navê "Ji Tovekê Ber bi Tovekê ve" ku ji 40 fîlmên kurt pêk tê û ji bo her kesê bi hilberîna agroekolojîk re eleqedar dibe wekî rênîşanderek e, li kampûsê li hewaya vekirî nîşan da.

Fîlm perspektîfên girîng pêşkêşî temaşevanan kir

Di çalakiyê de fîlmeke kurt a ku behsa serpêhatiyên Komuna Longo Maï dike, ya ku di sala 1973’yan de li başûrê Fransayê hatiye avakirin, bi temaşevanan re hat parvekirin. Fîlm, têkoşîna parastina tovan a vê komunê ku li dijî polîtîkayên çandiniya pîşesazî modela jiyanek û hilberînek alternatîf pêşkêş dike, bi zimanekî balkêş vedibêje. Têkiliya domdar a civata Longo Maï ya bi xwezayê re û şêwazê jiyana wan a li ser bingeha piştevanî û hilberîna kolektîf, ji temaşevanan re bû çavkaniya îlhamê.

Paşeroja tova xwemalî hat nirxandin

Piştî nîşandana fîlm, di hevpeyvîna bi sernavê “Komuna Longo Maï û Têkoşîna Tovan” de, Kiraz Ozdag û Bediz Yilmaz ên ku li ser vê komunê xebatan dimeşînin bi beşdaran re civiyan. Di hevpeyvînê de mijarên wekî zindîhiştina zanîna tovdariya xwemalî, ji nû ve avakirina pêvajoyên hilberînê bi rengekî kolektîf û belavkirina çandiniya ekolojîk hatin nîqaşkirin.

Rola rêveberiyên herêmî hat nîqaşkirin

Di hevpeyvîna înteraktîf de bal kişandin ser parastina tovan, xurtkirina serxwebûna hilberîneran û veguhastina pratîkên çandiniyê yên kevneşopî ji bo pêşerojê. Her wiha rola rêveberiyên herêmî û saziyên civakî yên sivîl a di vê qadê de hat nirxandin.

Tov mifteya paşerojê ye

Vê çalakiyê careke din nîşan da ku tov ne tenê amûreke çandiniyê ye; ji bo hevsengiya ekolojîk, ewlehiya xurekan û serxwebûna civakî hêmanekî stratejîk e. Civîna "Ji Tovekê Ber bi Tovekê ve" girîngiya hilberîna herêmî û jiyana dostê xwezayê bi bîr xist û di nav beşdaran de hişmendiyeke xurt ava kir.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery