Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di vekirina projeya “Di Çandiniyê de Bismila ku Têra Xwe Dike” de axivî û diyar kir ku Mezopotamya bi hezaran sal in erdnîgariyeke wisa ye ku mirovan têr dike û destnîşan kir ku hilberîna li gorî xwezayê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Civîna vekirina projeya ku ji hêla Şaredariya Bismilê ve, bi hevkarî û fînanseya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê, Serokatiya Guhertina Avhewayê û Yekîtiya Ewropayê (YE) hatî amadekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat.
Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekin û Guven Tanrikulu, hevşaredarên navçeyan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Çetin Înanç û welatî amade bûn.
Pisporê Avhewayê yê Serokatiya Guhertina Avhewayê Erdogan Karaca di destpêka bernameyê de diyar kir ku ev xebata ku di çarçoveya bernameya hîbeyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re tê meşandin de tê piştgirîkirin, dê tevkariyeke girîng li sepanên herêmî bike.
‘Xebateke stratejîk hat jiyandin’
Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekin û Guven Tanrikulu anîn ziman ku ji bo parastina ax û paşeroja Bismilê xebateke stratejîk hatiye destpêkirin. Hevşaredaran destnîşan kir ku Bismil di dilê Mezopotamyayê de ye lê ji ber guhertina avhewayê bi krîzên giran re rû bi rû maye û weha gotin: “Guhertina avhewayê rastiyek e ku em di berhemên cotkarên xwe de û di ava ku ji mofirkên me diherike de hîs dikin. Em dixwazin bajarekî li dijî krîza avhewayê berxwedêr ava bikin. Bi vê projeyê em dixwazin nîşan bidin ku em bi xwezayê re şer nakin, em dikarin bi wê re di nava lihevkirinê de bijîn.”
Hevşaredar Bucak: Divê li dijî krîza avhewayê pozîsyoneke rast bê girtin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî bal kişand ser girîngiya girtina pozîsyoneke rast a li hemberî wêrankariya krîza avhewayê, hem di asta gerdûnî de û hem jî di asta bajêr de. Bucak diyar kir ku Mezopotamya bi hezaran sal in erdnîgariyeke berdar e û got ku parastina têkiliya di navbera mirov û ekolojiyê de û lihevkirina xwezayê bi hilberîna bajêr re pir girîng e.
Bucak wiha berdewam kir: “Em bi salan e dibêjin ku ji bo civakeke ku dikare li ser axa xwe têr bibe, hilberîne û jiyana xwe berdewam bike, têgihiştina parastina xwezayê çiqas girîng e. Xebatên rêveberiyên herêmî yên hilbijartî ku li ser bingeha hewcedariyên bajêr, bi gel û hilberîneran re bi têgihiştineke beşdar, şeffaf û piralî dimeşînin, gelekî bi qîmet in. Ez hêvî dikim ku ev proje bibe wesîleya xebatên nû yên di qada çandiniyê de li erdnîgariya me.”
Armanca Projeyê
Proje armanc dike ku kapasîteya herêmî di hilberîna çandiniyê de xurt bike û modelek hilberînê ya li dijî krîza avhewayê berxwedêr ava bike. Tê plankirin ku proje saziyên giştî, rêveberiyên herêmî û rêxistinên pîşeyî bîne cem hev.
Werger: Omer Dilsoz