Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hemberî rîska zêdebûna baranê xebatên paqijiyê yên berfireh meşandin. Di encama van xebatan de li seranserê bajêr ji mazgalên xeta ava baranê 270 ton bermahî hatin derxistin. Bi vê yekê rê li ber lehiyên muhtemel hat girtin û hişyarî li welatiyan hat kirin ku bermahiyên xwe bi bêserûber neavêjin derdorê.
Şaredariya Bajarê Mezin, li hemberî baranên dijwar, bi hevkariya şaredariyên Peyas, Rezan, Sûr û Bajarê Nû xebatên paqijkirina drenajên ava baranê didomîne. Ji bo pêşîgirtina li windahiyên can û mal û ji bo ku trafîka bajêr bênavber bimeşe; bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Karên Tenduristiyê û Daîreya Park û Baxçeyan, tîman mazgalên xetên ava baranê kontrol kirin û 270 ton bermahî derxistin.
Tîmên ku li navçeyên Rezan, Peyas, Sûr û Bajarê Nû mazgalên ava baranê paqij kirin, 270 ton bermahiyên ku kom kirin, ji bo jinavbirinê (bertarafkirinê) birin Qada Komkirina Çopê ya Şaredariya Bajarê Mezin.
‘Çopên ku tên avêtin dibin sedema xetereyên mezin’
Tabloya ku di dema xebatan de derket holê, bandora qirêjkirina jîngehê ya li ser binesaziya bajêr careke din nîşan da. Gerînendeyê Şaxê Bermahiyên Hişk Mehmet Baran, der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku di paqijiyê de gelek bermahiyên malê û qepaxên şûşeyên pet hatine dîtin û wiha got: “Li bajêr her roj du kamyonên me yên 12.000 metrekubî, ji bo bermahiyan sê caran seferan dikin. Bi taybetî gava me mazgal vekirin, me dît ku qepaxên petan, metalên pet, plastîkên cûrbecûr û tûrên çopê hatine avêtin. Ev yek dibe sedema pengirîna avê û xetereyeke mezin derdixe holê.”
Baran, destnîşan kir ku li seranserê Amedê wan hemû mazgalên xeta ava baranê û qepaxên rûgarê (logaran) kontrol kirine.
‘Divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih’
Baran, piştî paqijiya berfireh a mazgalan, hişyarî da welatiyan ku çopê neavêjin hundirê wan û diyar kir ku bermahiyên ku bi serberdayî tên avêtin dê encamên giran derxin holê. Baran bang kir ku ji bo bajarekî paqijtir divê her kes berpirsiyariyê hilde ser milê xwe.
‘Ji bo paqijiya bajêr em hewldaneke mezin didin’
Baran anî ziman ku ji bo paqijiya bajêr ew bi şev û roj dixebitin û di mijarên komkirin, jihevveqetandin û vezîvirandina (recycling) bermahiyan de, ew 7/24 di xizmeta welatiyan de ne.
Werger: Omer Dilsoz
