Print this page

Ciwan pîşeyên siberojê nas dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya projeya “Ciwanên Îro Pîşeyên Paşerojê” de, ji bo ciwanan çalakiyên danasîna pîşeyan ên serhêl (online) li dar dixe.

Navenda Ciwanan a Dijîtal (DÎGEM) ku di bin sîwana Gerînendetiya Şaxê Perwerdehiya Pîşeyî ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de kar dike, dê perwerdeya "Analîstiya Daneyan" û "Endazyariya Nivîsbariyê" bide. Ev proje ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin û bi hevkariya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) tê meşandin.

Bi van semîneran tê armanckirin ku ciwan li ser pîşeyên îro û yên paşerojê agahdar bibin, fersendên kariyerê nas bikin û di hilbijartina pîşeyan de bi zanatî gavan bavêjin.

Çalakiya yekem li ser Analîstiya Daneyan e

Çalakiya yekem a vê rêzê, di çarçoveya projeya “Gundên Sibê” de ku bi hevkariya Trendyol û UNDP’ê tê meşandin, li ser qada Analîstiya Daneyan (Data Analysis) pêk tê. Di çalakiyê de Emre Yuksel û Eray Kaşikçi ji Trendyolê wekî axivger cih digirin.

Perwerdehî dê di 2’yê Nîsanê, roja Pêncşemê, saet di navbera 17.00 – 18.00’an de bi awayekî serhêl were dayîn. Kesên ku dixwazin qeyda xwe bikin dikarin vê lînkê bi kar bînin: Qeydkirina Analîstiya Daneyan.

Çalakiya duyem di qada Endazyariya Nivîsbariyê de ye

Çalakiyên danasîna pîşeyan dê di 9’ê Nîsanê de bi sernavê "Endazyariya Nivîsbariyê" (Software Engineering) berdewam bike. Di vê semînerê de armanc ew e ku ciwan qada nivîsbariyê ji nêz ve nas bikin, fersendên di sektorê de fêr bibin û planên xwe yên kariyerê bi awayekî saxlemtir ava bikin.

Ev perwerde jî dê di 9’ê Nîsanê, roja Pêncşemê, saet di navbera 17.00 – 18.00’an de bi awayekî serhêl pêk were. Axivgerê semînerê Berkan Şahan (ji Trendyol) e. Serlêdan bi rêya vê lînkê tên girtin: Qeydkirina Endazyariya Nivîsbariyê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery