Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 2’yê Nîsanê Roja Otîzmê ya Cîhanê de, ji bo ku welatiyên otîstîk di jiyana civakî de bêtir xuya bikin, di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Otîzmê Sor Hilbijêre” de avahiyên xwe bi ronahiyên sor xemilandin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, di çarçoveya 2’yê Nîsanê Roja Otîzmê ya Cîhanê de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo afirandina hişmendiyê hatiye ragihandin, çalakiyek li dar xist. Ev çalakî hem ji bo zêdekirina hestiyariya civakî ya li ser otîzmê û hem jî ji bo balbikşandina ser girîngiya cihgirtina welatiyên otîstîk a bi awayekî wekhev û aktîf di hemû qadên jiyanê de hat lidarxistin.
Ronahî heta sibê vêketî man
Di vê roja taybet de ku ji aliyê NY’yê ve hatiye ragihandin, hat destnîşankirin ku otîzm ne kêmasî ye lê cudahî ye; Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ev nêzîkatî li seranserê bajêr da nîşandan. Bi vê xebata ku bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran hat meşandin; Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, Mala Bêhnvedanê ya Şehîtlikê, Mala Bêhnvedanê ya Peyasê û Navenda Jiyana Aktîf a Parkormanê bi avabûna rojê re bi ronahiyên sor hatin ronîkirin. Ev ronahiyên sor ên ku li xalên cuda yên bajêr bilind bûn, heta saetên serê sibê vêketî man û peyameke xurt dan.
Peyama ‘Ji bo otîzmê sor hilbijêrin’ li çar aliyê bajêr e
Şaredariya Bajarê Mezin, kampanyaya xwe tenê bi ronahîkirina avahiyan sînordar nehişt. Bi rêya bîlbordên ku li deverên cuda yên bajêr hatin ayisandin û li ser wan “Ji bo otîzmê sor hilbijêrin” hatibû nivîsandin, bang li welatiyan hat kirin. Bi rêya bîlbordan hat armanckirin ku hişmendiya li ser otîzmê were avakirin, hestiyariya civakî zêde bibe û çanda jiyaneke berfireh û giştgir were belavkirin.
Armanca bingehîn a çalakiyê tenê ronîkirina avahiyan nebû. Bi vê xebatê hat xwestin ku pêdiviyên welatiyên otîstîk bêtir werin famkirin, zehmetiyên ku di jiyana rojane de rû bi rû dimînin werin dîtin û cihê wan ê di nav jiyana civakî de hîn bi hêztir bibe.
Werger: Omer Dilsoz