Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên zivistanê qedandin û di serdema bihar-havînê de bi sedan xebatkar û amûran xebatên têkoşîna li dijî haşereyan li qadê belav kirin û xebatên bênavber didomînin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên parastina tenduristiya gel de, di têkoşîna li dijî hamerziyan/haşereyan de serdemeke nû da destpêkirin. Li gorî xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve tên meşandin, tê armanckirin ku hamerziyên wekî pêşî, mêşên reş, axolk, kirnî û qijnikan di asteke wisa de bên girtin ku gefê li tenduristiya mirovan nexwin. Her wiha ji bo pêşîgirtina li nexweşiyên wekî malaria (sita), tîfo, kolera, dîsanterî, taya zer û birîna/kula Helebê, li ser bingehên zanistî têkoşîn tê meşandin.
Li 17 navçeyan xebateke berfireh
Tîm, li 17 navçeyan û li 1056 xalên niştecihbûnê xebateke berfireh dimeşînin. Di vê çarçoveyê de 285 xebatkar, 80 wesayît û 351 amûr li qadê bi awayekî aktîf kar dikin.
Xebatên dermankirinê di saetên cuda yên rojê de bi plansazî tên kirin. Di navbera saet 06.00 û 12.00’an de xebatên li dijî larvayan tên kirin; êvarê ji saet 16.00’an heta 24.00’ê şevê dermanşoya li dijî kermêş û mêşên reş berdewam dike.
‘Piştgiriya gel girîng e’
Gerînendeyê Yekeya Dermankirin a Daîreya Karên Tenduristiyê Bulent Gungormuş, der barê xebatên ku tên meşandin de agahî dan. Gungormuş diyar kir ku xebatên ji bo parastina tenduristiya gel bê navber didomin û weha got: “Xebatên me yên zivistanê qediyan, me xebatên xwe yên bihar-havînê da destpêkirin. Wekî tê zanîn, îsal baran pir bariya. Ev yek ji bo zêdebûna çavkaniyên haşereyan dibe pirsgirêk. Xebatên me û têkoşîna me ya li dijî larvayan berdewam dike.”
Gungormuş bal kişand ser girîngiya piştgiriya welatiyan a ji bo vê têkoşînê û ev gotin bi kar anîn: “Di vê mijarê de hêviyên me ji gelê me ev in; divê cihên ku av lê pengiriye bên miçiqandin, bodrumên girtî, odeyên qezanê û foseptîk di bin kontrolê de werin girtin.”
Gungormuş da zanîn ku di nav vê mehê de dê têkoşîna li dijî mêşên firandok û xebatên ULV’ê jî dest pê bikin û got: “Hemû navçeyên di nav sînorên Şaredariya Bajarê Mezin de, navçeyên me yên gundewar û taxên me hemû di nav qada têkoşîna me de ne.”
Werger: Omer Dilsoz