Print this page

Li Bismilê kapasîteya veguhastina ava vexwarinê tê zêdekirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca kêmkirina rîska dabînkirina avê ya ku ji ber zêdebûna xerckirinê û qutbûna enerjiyê di mehên havînê de çêdibe, li Bismilê pergala pompeyê ya bi kapasîteya bilind ava dike.

Zêdebûna daxwaza avê û lawaziya xebatê ya girêdayî enerjiyê rasterast bandorê li berdewamiya veguhastina di pergalên ava vexwarinê de dike. Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), bi armanca kêmkirina vê rîskê, di projeya xurtkirina îstasyona pompeyê ya li navçeya Bismilê de hat qonaxa dawî. Pergala nû ya ku hat avakirin, leza veguhastina avê ya ji bo depoyan zêde dike û armanc dike ku hevsengiyekê ava bike da ku demên qutbûna avê sînordar dike.

Dema veguhastinê kurt dibe

Di çarçoveya projeyê de 4 pompeyên stûnî ku her yek ji wan bi hêza 175 HP (150 kW) ye û di saniyeyekê de dikarin 80 lître avê veguhastin, di depoya komkirinê ya navendî de hatin bicihkirin. Bi vê avahiyê kapasîteya veguhastina avê ya giştî ya îstasyona pompeyê di saniyeyekê de dertê 320 lîtreyan. Zêdebûna debiyê (herikînê), bi taybetî di saetên ku xerckirin di asta herî jor de ye (pik), dihêle ku depo zûtir tijî bibin û zexta şebekeyê hevsengtir bibe. Di heman demê de, piştî bandorên derveyî yên wekî qutbûna enerjiyê, dema xwevegerandina pergalê kurt dibe.

Pergal berxwedêrtir e

Dahênana pompeyên nû ne tenê kapasîteyê zêde dike, di heman demê de nermbûnekê ava dike ku berdewamiya xebatê piştgirî dike. Bi saya pompeyên bi hêza bilind, dewra depokirinê bileztir dibe û di pêvajoyên piştî qutbûnê de dema ji bo jinûve xebitandinê kêm dibe. Ev nêzîkatî, bi taybetî di mehên havînê de li hemberî zexta zêdebûna xerckirinê, derfeta birêvebirina pergalê ya bi awayekî kontrolkirî dide. Xebat, ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Bismilê ya ser bi Serokatiya Daîreya Herêma 1emîn a Karûbaran ve tê meşandin. Beşek mezin a karên montaj û binesaziyê hat temamkirin; tê plankirin ku pergal di demeke kurt de bikeve meriyetê.

Kalîteya xizmetê zêde dibe

Bi xebitandina pergala nû re, li Bismilê dabînkirina ava vexwarinê wê bigihîje binesaziyeke hevsengtir. Zêdebûna kapasîteya veguhastinê hem berdewamiya bikaranîna rojane xurt dike, hem jî di senaryoyên qutbûnê de dema destwerdanê kurt dike û gihîştina welatiyan a ji bo avê dixe asteke pêşdîtî.

Midûrê Şaxa Bismilê ya DÎSKÎyê Ferat Ozer der barê xebatê de agahî dan û got: “Bi pergala pompeyê ya nû ya ku hat avakirin, em dema veguhastina avê ya ji bo depoyan kurt dikin û bi taybetî di demên ku xerckirin zêde ye de, em hevsengiya şebekeyê bi awayekî kontrolkirî bi rêve dibin. Ev başkirina teknîkî, avahiyekê ava dike ku rîska qutbûnê sînordar dike û dema xwevegerandina pergalê leztir dike.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery