Print this page

Serokê Giştî yê SPyê Arikan serdana Şaredariya Mezin kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP) Mahmut Arikan û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan ku ji bo çend hevdîtinan hatibû bajêr, ligel şandeya pê re serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Şande ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de li ser pirsgirêkên rojane yên Amedê û xizmetên ku li bajêr tên meşandin nirxandinên dualî hatin kirin.

Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun, kêfxweşiya xwe ya ji ber vê serdanê anîn ziman û spasiya Arikan û şandeya pê re kirin.

Di serdanê de Hevpeyvîdarên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Serdar Bakiroglu û Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk jî ligel Hevşaredaran amade bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery