Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku çanda dewlemend a pêjgeha bajêr xuya bike û potansiyela wê ya di qada gastronomiyê de xurttir bike, ji bo “Festîvala Gastronomiyê ya ji Xwezayê bo Ser Sifreyê” ya ku dê di navbera 8-10ê Gulanê de li dar bixe, dest bi xebatan kir.
Festîvala ku dê bi pêşengiya Midûriyeta Şaxa Gastronomî û Markakirinê ya di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatê dimeşîne were pêkanîn, dê di navbera 8-10ê Gulanê de bê lidarxistin.
Di çarçoveya festîvalê de danasîna berhemên herêmî û tamên bi nîşana erdnîgarî yên ku li Diyarbekirê şîn dibin tê armanckirin; civîna amadekariyê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Tevî nûnerên sazî û dezgehên têkildar; şef, karsaz, akademîsyen û nivîskarên gastronomiyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de der barê bernameya festîvalê de nirxandinên berfireh hatin kirin; mijarên wekî meşên xwezayê, atolyeyên pijandina ekolojîk ên bi giyayên hatine berhevkirin û naverokên ji bo teknîkên resen ên pêjgeha herêmî hatin gotûbêjkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi vê festîvala ku dê li dar bixe, armanc dike ku beşdariyê li tûrîzma gastronomiyê ya bajêr bike, piştgirî bide hilberîna herêmî û danasîna pêjgeha Amedê di qada neteweyî û navneteweyî de xurttir bike.
Werger: Omer Dilsoz
