Print this page

Şaredariyê zarok birin pirtûkxaneyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Hefteya Pirtûkxaneyan de çalakiyek li dar xist; di vê çalakiyê de 130 zarok li Pirtûkxaneya Mehmet Uzun birin nik pirtûkan û bi çanda xwendinê hevnas bûn.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo belavkirina adeta xwendina pirtûkan, balkişandina ser girîngiya pirtûkxaneyan a di civakê de û teşwîqkirina welatiyan ji bo sûdwergirtina bi bandor ji xizmetên pirtûkxaneyê, bi boneya Hefteya Pirtûkxaneyan çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de hat armanckirin ku girîngiya pirtûkan di cîhana hişê zarokan de cih bigire. 130 zarokên ku di odeyên lîstikê yên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê de perwerde dibin, serdana Pirtûkxaneya Mehmet Uzun kirin û gava xwe avêtin cîhana pirtûkan.

Zarokên piçûk ên ku bi perwerdekarên xwe re çûn pirtûkxaneyê, ne tenê bi refên pirtûkan, lê bi bingehên adeteke ku dê di dirêjiya jiyana wan de bidome re jî hevnas bûn. Zarokên ku pirtûkên xwe yên çîrokan û yên boyaxkirinê bi xwe re anîbûn, di atmosfera pirtûkxaneyê de saeta xwendinê pêk anîn; di heman demê de bi çavên tijî meraq li pirtûkên din ên li ser refan nêrîn.

Zarokên piçûk ên ku bi pirtûkan re wexteke xweş derbas kirin, bi boneya qezenckirina adeta xwendinê ya di temenê biçûk de ezmûneke girîng jiyan.

Çalakiyên ji bo zarokan dê berdewam bikin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, dê ji bo geşedana hişî û civakî ya zarokan li dar xistina çalakiyên cuda berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery