Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li semînera ku bi boneya Hefteya Penceşêrê hat lidarxistin axivî û diyar kir ku li Amedê her sal nêzî 3 hezar kesan teşxîsa penceşêrê tê danîn. Bucak destnîşan kir ku li hemberî vê tabloyê xebatên hişyariyê xwedî girîngiyeke jiyanî ne û divê ev xebat li navçe û gundan jî werin belavkirin.
Di çarçoveya 1-7ê Nîsanê Hefteya Penceşêrê ya Neteweyî de, bi armanca gihandina agahiyên rojane yên der barê penceşêrê bo welatiyan û xurtkirina hişyariya civakî; Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Weqfa Tenduristî û Perwerdeya Zarokên bi Losemiyê (LOSEV), Komeleya Penceşêrê ya Gunişigi, Odeya Tabîban a Diyarbekirê û Komeleya Têkoşîna li Dijî Penceşêrê ya Yenîden Yaşamê semînerek li dar xist.
Semîner bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin. Di semînerê de mijarên wekî teşxîsa zû, rêbazên dermankirinê yên rojane û piştgiriya psîkososyal a di têkoşîna dijî penceşêrê de hatin nirxandin. Tevî Hevşaredar Serra Bucak; Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hatice Betul Çelebî, kedkarên tenduristiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî semînerê bûn.
Hevşaredar Bucak: Di gihîştina tenduristiyê de cudahiyên herêmî hene
Moderatoriya bernameyê Hevseroka Şaxa SESê Yildiz Ok Orak kir. Hevşaredar Serra Bucak a ku axaftina vekirinê kir, diyar kir ku penceşêr ne tenê pirsgirêkek tenduristiyê ye, di heman demê de ji ber zehmetiyên gihîştinê veguheriye pirsgirêkeke tenduristiya gel.
Hevşaredar Bucak anî ziman ku bi şert û mercên ku mafê gihîştina tenduristiyê neyê dabînkirin, mirov nikare behsa polîtîkayeke tenduristiyê ya li ser bingehê mafan bike û weha got: “Em dizanin ku têkoşîna li dijî penceşêrê ne tenê meseleyeke ku bala xwe dide pêvajoyên dermankirinê. Li herêma me pirsgirêkek cidî ya gihîştinê û di warê xwe gihandinê de cudahiyên herêmî hene. Gihîştina tenduristiyê ya bi zimanê dayikê, nekirina pêdiviyên tenduristiyê û nehiştina astengiyên di vê qadê de ku ev yek nebûye polîtîkayeke giştî, pirsgirêkan kûrtir dike.”
‘Xebatên hişyariyê pir girîng in’
Hevşaredar Bucak agahiya ku li gorî daneyên rêxistinên tenduristiyê li Amedê her sal nêzî 3 hezar kesan teşxîsa penceşêrê tê danîn parve kir û diyar kir ku ev rewş girîngiya xebatên hişyariyê careke din nîşan dide. Bucak got, “Pêwîst e em van xebatan ne tenê li navenda bajêr, li navçe û gundan jî belav bikin.”
‘Projeya Taksiya Civakî dê were belavkirin’
Bucak anî ziman ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran ji bo kêmkirina rîskan û zêdekirina hişyariya di vê qadê de xizmetên cihêreng dimeşîne û behsa projeya “Taksiya Civakî” kir ku Şaredariya Bajarê Mezin par dabû destpêkirin.
Bucak destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê de nexweşên penceşêrê di şert û mercên hîjyenîk de dighînin nexweşxaneyan û diyar kir ku ji bo belavkirina Taksiya Civakî hejmara wesayîtan û rêgeh dikarin werin zêdekirin; her weha plan dikin ku bi hevkariya rawestgehên taksiyan ên li bajêr modelek nû bixin meriyetê.
Fedakarî û têkoşîna hevpar
Hevşaredar Bucak bal kişand ser kedkarên tenduristiyê yên ku bi zimanê dayikê xizmetê dikin û têkiliyeke xurt bi civakê re datînin û weha axivî: “Bijîşk û kedkarên tenduristiyê yên ku her yekî ji wan xwe ji bo vê qadê feda kiriye, bi zimanê dayikê xizmetê dikin, 24 saetan di nav têkiliyê de ne û têkiliyeke xurt bi civakê re ava kirine. Ev ji bo bajêr pir girîng e. Li herêma me, hevkariya bi hemû komeleyên ku xwe ji bo tenduristiya gel feda kirine û dixwazin vê yekê veguherînin hişyariyê û bigihînin civakê, xwedî girîngiyeke mezin e.”
Mijarên dermankirinên rojane hatin gotûbêjkirin
Piştî axaftina vekirinê, Onkologê Cerahî Bahri Çakabey der barê geşedanên rojane yên di dermankirina penceşêrê de pêşniyarek kir. Onkologê Tibî Halis Yerlikaya jî der barê rêbazên dermankirina penceşêrê yên îro û nêzîkatiyên nû de agahî dan.
Di bernameyê de her weha bandorên derûnî yên teşxîsa penceşêrê li ser kesan û midaxaleyên psîko-onkolojîk ji aliyê Psîkoterapîst Gulşen Îlçin Araz ve hatin nirxandin. Di çalakiyê de nûnera LOSEVê Dîlara Ozen jî der barê xebatên saziyê de agahî dan beşdaran.
Semîner, piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz