Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi welatiyan re rûnişt û rasterast guhdariya pirsgirêk û daxwazên wan kir.
Di hevdîtina ku bi organîzasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat de, welatiyan fersend dît ku daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwe rasterast ji rêveberiya şaredariyê re ragihînin.
Hevşaredar Serra Bucak, ku bi welatiyan re hevdîtinên yek bi yek pêk anîn, diyar kir ku guhdarîkirina rasterast a pirsgirêkan û dîtina çareseriyên bilez di nav pêşîniyên wan de ne. Bucak anî ziman ku ji roja dest bi wezîfeyê kirine vir ve, ew hewl didin bi derfetên kêm xizmetê hilberînin. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku bingeha felsefeya wan a rêveberiyê danîna têkiliya rasterast bi gel re, tespîtkirina pirsgirêkan li şûna wan û hilberandina çareseriyan e. Her wiha da zanîn ku daxwazên hatine ragihandin dê bi lez ji yekeyên têkildar re bên şandin û ew ê şopdarên pêvajoyê bin.
Welatiyên ku kêfxweşiya xwe ya ji bo vê sepanê anîn ziman, daxwazên xwe yên der barê alîkariya civakî, veguhastin, binesazî û serlêdanên kar de parve kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin armanc dike ku bi van hevdîtinan beşdariya welatiyan a di rêveberiyê de xurt bike û ji bo pirsgirêkan çareseriyên herêmî, bilez û mayînde hilberîne.
Di hevdîtina bi welatiyan re, endamên meclîsê û serokên daîreyan jî ligel Hevşaredar Bucak bûn.
Werger: Omer Dilsoz