Hevşaredar Bucak beşdarî çalakiya Roja Parêzeran bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran de beşdarî çalakiya ku hatibû lidarxistin bû, bi parêzeran re hat cem hev û roja wan pîroz kir.

Baroya Amedê bi minasebeta 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran, li oteleke bajêr bernameyek li dar xist. Hevşaredar Serra Bucak, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç û gelek parêzer beşdarî bernameyê bûn.

Hevşaredar Serra Bucak, di çalakiyê de yek bi yek bi parêzeran re sohbet kir û Roja Parêzeran li wan pîroz kir. Bucak bal kişand ser rola krîtîk a pîşeya hiqûqê ya di pêkanîna edaletê de û girîngiya wê berpirsyariya ku parêzeran ji bo civakê girtine ser milê xwe destnîşan kir.

Di dawiya bernameyê de, Hevşaredar Bucak ligel Serokê Lijneya Îstîşareya Amedsporê Metin Kilavuz û Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, forma Amedsporê diyarî endamên Koma Çarnewa kirin ên ku di çalakiyê de derketibûn ser dikê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30