Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ji holê rakirina xisarên ku ji ber şert û mercên xirab ên hewayê çêbûne, li çar navçeyên navendî xebatên lênihêrîn û tamîrkirinê bênavber didomîne. Şaredariyê di hefteya dawî de 3 hezar ton asfalta germ bi kar anî.
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênihêrîn û Tamîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca serastkirina xirabûna binesaziya rêyan a li seranserê bajêr, li navçeyên Rezan (Baglar), Peyas (Kayapinar), Sûr û Bajarê Nû (Yenişehir) xebatên xwe didomîne.
Çalên li ser rêyan bi asfalta germ tên girtin
Ji ber barîna zêde û guherîna pileya germê, bi taybetî li ser rêyên serekî û rêyên taxan çal û xirabûn çêbûn. Ev xirabûn bi rêya tespîtên li qadê yên tîman yek bi yek hatin diyarkirin. Tîmên şaredariyê daxwazên welatiyan jî hildigirin ber çavan û li gorî bernameyeke plankirî, li ser guzergehên pêşîn dest bi xebatên tamîrkirinê kirin.
Di çarçoveya xebatan de rûyê rêyên xirabûyî tên nûkirin û ew çalên ku ewlehiya ajotinê dixe xeterê, bi rêya pînekirina asfaltê tên girtin. Tîm ji bo ku herikîna trafîkê neyê birîn, xebatên xwe bi bername dimeşînin û ji bo dabînkirina veguhestineke ewle û rehet, li seranserê bajêr bi şev û roj dixebitin.
Di hefteyekê de 3 hezar ton asfalt hat bikaranîn
Tîman li navçeya Rezanê li kolanên Fatih û Nukhet Coşkun, li Peyasê li Bulwara Diclekentê û li navçeya Sûrê jî li Kolana Meya Farqînê bi asfalta germ xebatên lênihêrîn û tamîrkirinê pêk anîn. Di xebatên hefteya dawî de ku li çar navçeyên navendî hatin meşandin, bi giştî 3 hezar ton asfalta germ hat bikaranîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zêdekirina ewlehiya veguhestinê û bilindkirina kalîteya rêyan, dê xebatên lênihêrîn û tamîrkirinê yên li seranserê bajêr bê navber bidomîne.
Werger: Omer Dilsoz