Print this page

Li Rezanê ji bo rêyên xerabbûyî seferberiya asfaltê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Rezanê (Baglar) li ser şahrah (arterên sereke) û rêyên taxan ên ku ji ber baranê xira bibûn, xebatên rijandina asfaltê pêk anî. Di çarçoveya xebatên ku li seranserê bajêr hatin kirin de, di rojekê de 187 ton asfalta germ hat bikaranîn.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo sererastkirina xerabûnên ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê çêbûne, li navçeya Rezanê xebateke berfireh meşand. Di vê çarçoveyê de li kolanên Karanfil 6, 7 û 8an rûyê rêyên xerabbûyî hatin nûkirin. Ekîban beriya rijandina asfaltê, ava ku di çalan de mabû vala kirin, zemîn amade kirin û piştre asfalta germ rijandin.

Bi van xebatên li ser wan rêyên ku rasterast bandorê li çûnûhatina welatiyan dikin, hem ewlehiya ajotinê hat zêdekirin hem jî konfora veguhastinê ji nû ve hat peydakirin.

Li navçeyên cuda destwerdana hemwext

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, ligel xebatên li Rezanê, li gelek xalên cuda yên bajêr jî bi awayekî hemwext di qadê de bûn. Li navçeya Peyasê (Kayapinar) li ser Bûlvara Selahedîn Eyûbî, Kolana Nazim Hikmet û Kolana Mûsa Anter xebatên asfaltkirinê hatin kirin; li navçeya Sûrê jî li ser Kolana Meya Farqînê û Rêya Kevin a Mêrdînê xebatên lênerîn û tamîrkirinê hatin encamdan.

187 ton asfalt hat bikaranîn

Di xebatên ku di nava rojê de li seranserê bajêr hatin meşandin de, bi giştî 187 ton asfalta germ hat bikaranîn.

Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên xwe yên lênerîn û tamîrkirinê li ser tora rêyên ku ji ber şert û mercên hewayê xira dibin, li gorî bernameyeke plankirî berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery